Kosret Resûl: gotûbêj kilîta çareseriya pirsgirêka ye

kurdistani 10:33 AM - 2015-07-26
Kosret Resûl: gotûbêj kilîta çareseriya pirsgirêka ye

Kosret Resûl: gotûbêj kilîta çareseriya pirsgirêka ye

Kosret Resûl Elî radgihîne, pêwîste bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêm û Bexda, herdu alî pêbendî rêkeftinên di navbera wan de bin û masa gotûbêjan kilîla çareseriyê ye.
Ew axaftinên cîgirê yekem yê sekretêrê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kuristanê nîvroja îro Şeme 25-7-2015 li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna her yek ji Dr. Berhem Salih cîgirê duwem yê sekretêrê giştî û Hakim Qadir ; Omer Fetah , Rizgar Elî û Mehmûd Sengawî endamên mekteba siyasî û Mistefa Çawreş û Ednan Heme Mîna endamên serkirdayetî, di kevana pêşwazîkirin li Adil Ebdulmihdî wezîrê nefta Iraqê hat.

Di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa dawî ya Iraq û Herêmê û navçeyê û şerê li dijî terorê gotûbêj kirin, bow ê mebestê jî herdu aliyan serkeftin û rola hêza Pêşmerge û tevahiya hêzên ku şerê li dijî terorê dikin bilind nirxandin û hêviya hemahengiya zêdetir di navbera hemû hêzan de xwestin bo jinavbirina terorê.

Di beşeka din de ji wê hevdîtinê, pirsgirêkên navbera Herêm û Bexda hatin gotûbêj kirin, bow ê mebestê jî Kosret Resûl Elî tekez kir ku pêwîste her yek ji Herêma Kurdistanê û hikûmeta navend pêbendbin bi rêkeftinên di nav bera wan de, bi pêwîst jî da zanîn ku di vê demê de divê her aliyek karê cidî bikin bo çareserkirina pirsgirêkan û divê rola Pêşmerge hesabeka taybet bo wê bê kirin.

Ji aliyê xwe ve Adil Ebdulmihdî wezîrê nefta Iraqê armanca serdana xwe bo  Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand, ku armanca wan dixwazin li gel Herêmê bigihên çareseriyê û dawî bi pirsgirêkan bînin.

Di dawiya wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî kirin ku nabe Herêm û Bexda deriyê gotûbêjan di rûyê hevde bigrin û divê bi lez pirsgirêk werin çareser kirin.

PUKmedia/ PUKpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket