Piştî êrişa li Kilisê, balafirên Tirkiyê DAIŞ li Sûriyê bombebarab kirin

kurdistani 10:58 AM - 2015-07-24
Piştî êrişa li Kilisê, balafirên Tirkiyê DAIŞ li Sûriyê bombebarab kirin

Piştî êrişa li Kilisê, balafirên Tirkiyê DAIŞ li Sûriyê bombebarab kirin

Hêzên ewlekariya Tirkiyê  piştî bûyera ku li Kîlîsê ya li ser sînorê Sûriyê qewimî û bi topan êrişî mewziyên çeteyên DAIŞ`ê li gundeke Ezazê ya Sûriyê kirin.

Li gorî agahiyên ji hêrêmê hatine wergirtin çeteyên  DAIŞ`ê bi wesayîtekê hatin ber Qereqola Hidûtê Çiya a girêdayî 5emîn Fermandariya Tûgaya Bizirx û dema leşkerên Tirkiyê çete hişyarkirine ku dûrî sînor bikevin, li ser vê yekê di navbera leşkeran û çeteyan de genegeşe derketiye, di encamê de çeteyan gule li leşkeran reşandin û şer deket, di encamê de astsûbayekî Tirk hate kuştin û 6-7 jî birîndar bûn.
Di vê navberê de artêşa Tirkiyê bi tank û wesayîtên bizirx mewziyên DAIŞ`ê yên li gundê Ayyûşa ya Ezazê dan ber topan.

Îro înê jî 24/7/2015, balafirên şer ên Tirkiyê 3 noqteyên DAIŞ`ê li herêma Bab di hundirê Sûriyê de bombebaran kirin. Di va derbarê de jî serokatiya wezareta Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de hat eşkerekirin ku îro danê sibê di demjimêr 3:12 de, sê Balafirên F-16 ji baregeha ezmanî ya Amedê birêketine û di demjimêr dora 4an de 2 navendên DAIŞ`ê, û komeke wan kirine enam.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket