Li Hesekê 5 xal, li Kobanê jî 2 gund hatin paqijkirin

kurdistani 05:05 PM - 2015-07-23
Li Hesekê 5 xal, li Kobanê jî 2 gund hatin paqijkirin

Li Hesekê 5 xal, li Kobanê jî 2 gund hatin paqijkirin

Navenda ragihandina YPG`ê diyar kir ku hêzên wan ên li rojhilat, başûr û rojavayê Hesekê bi pêş ve diçin, dorpêça xwe a li dora çeteyên li navenda bajêr jî teng dikin.

YPG`ê diyar kir ku hêzên wan duh pişt nîvro li taxa Neşwê ya rojavayê Hesekê, 5 nuqteyên din ên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, rizgar kirin, îro danê sibê jî pêşketina xwe dewam kirin û dibistana Harûn Reşîd a li taxa Neşwê ji çeteyan paqijkirin. YPG anî ziman ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Li Kobanê 2 gund hatin rizgarkirin

Navenda ragihandina YPG'ê di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand ku operasyonên li başûrê Kobanê jî bê navber dewam dikin û destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonan de duh bi roj û şev derbên giran li çeteyan hatine xistin.
Navendê da zanîn ku di van operasyonan de hêzên YPG/YPJ'ê, gundên Şuxha û Mirabba, dîsa girê Mirabba ji çeteyan paqijkirin. Di operasyona li gundê Şuxha de endamekî çeteyan bi saxî hatiye girtin.
Navendê got ku hêzên wan li başûrê gundên Elganê û Qilhaydê jî pêşketina xwe berdewam kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van operasyonan de li gorî YPG`ê nehatiye zelalkirin.

Di şerê van operasyonan de YPG`ê ragihand ku 5 şervanên wan şehîd ketine.

Ragihandina YPG`ê amaje bi wê yekê jî kir ku di navbera hêzên yekîneyên wan û komeke çeteyan a xwe gihandibû gundê Til Hemama Turkmenan ya li nêzî bajarokê Silûkê, şer derketiye û piştî vî şerî hêzên YPG/YPJ'ê dest bi operasyoneke berfireh kirine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket