Li Kobanê ji bo şehîdên Pirsûsê daristan hate avakirin

kurdistani 01:56 PM - 2015-07-23
Li Kobanê ji bo şehîdên Pirsûsê daristan hate avakirin

Li Kobanê ji bo şehîdên Pirsûsê daristan hate avakirin

Rêxistina Yekîtiya CiwanênDemokratîk a Kobanê û Desteya Ciwanan a Kobanê bi armanca dilsoziya bi 31 ciwanên ku berê wan li Kobanê bûn û di êrîşa 20’ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de hatin qetilkirin li ser girê kaniya Kurdan a Kobanê “Daristana Şehîdên Pirsûsê” hate avakirin. Di daristanê de 250 şitlên daran hatin çandin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim û nûnerên hin saziyên din û endamên Konfederasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî di nava de bi sedan kes beşdarî çandiniya daran bûn.

Berya dest bi çandiniya daran were kirin axavtin ji aliyê Desteya Ciwanan a Kobanê û Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim û Saziya malbatên Şehîdan hatin kirin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim di axavtina xwe de got ku diruşmeya wan a destpêkê ew bû ku  “Me bi hevre Kobanê parastin, em ê bi hevre Kobanê avabikin” Muslim, di berdewama axaftinana xwe de hemû tekoşerên azadiyê bi bîr anî û wiha dom kir: “Em îro di şexsê qurbaniyên komkujiya Pirsûsê û komkujiya Kobanê de hemû tekoşerên azadiyê bi bîr tînin. Em soz didin wan ku emê serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê bi dest xistine bidomînin û emê civaka demorkatîk a di navbera hemû gelên Rojhilata Navîn de biparêzin.̎

Piştî axaftinan girseyê bi diruşmeyan dest bi çandiniya daran kirin û 250 şitilên daran li   hatin çandin.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket