HPG: Tîmê fedayî 2 polîsên piştgiriya DAiŞ`ê dikirin ceza kir

kurdistani 06:47 PM - 2015-07-22
HPG: Tîmê fedayî 2 polîsên piştgiriya DAiŞ`ê dikirin ceza kir

HPG: Tîmê fedayî 2 polîsên piştgiriya DAiŞ`ê dikirin ceza kir

Hêzên Parastina Gel HPG`ê diyar kir ku li Serêkaniya serxetê tîmeke wan ya fedayî 2 polîsên Tirk ên piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dikirin ceza kirine.

Navenda ragihandina HPG`ê bi daxuyaniyekê ku PUKmedia`yê çav lê da, diyar kir ku tîmeke wan ya fedayî tevgerek weke bersivdayîna li komkujiya li Pirsûsê li dijî du endamên polîsê yên ku piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê dikirin, li bajarê Serêkaniya serxetê lidarxisitn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Di 22'ê Tîrmehê de, tîmekî fedaî yê Apoyî, weke bersivdayîna li hember komkujiya li Pirsûsê, danê sibehê saet di 06:00 de li Serêkaniyê, li hemberî 2 polîsên hevkarî bi çeteyên DAIŞ'ê re dikirin, çalakiya cezakirinê pêk anîne.
Di encama çalakiyê de polîsên bi navê Feyyaz Ozsahra û Okan Acar hatine kuştin û çek û nasnameyên polîsên hatine kuştin, hatine desteserkirin.''

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket