Yekemîn konfiransa HRRK`ê li Silêmaniyê dê were lidarxisitn

kurdistani 06:02 PM - 2015-07-22
Yekemîn konfiransa HRRK`ê ya Silêmaniyê dê were lidarxisitn

Yekemîn konfiransa HRRK`ê ya Silêmaniyê dê were lidarxisitn

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê  li Derve civîna xwe li Silêmaniyê lidardixe

Piştî Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li Derve şaxa xwe li Amedê li Bakurê Kurdistanê vekir,  dê civîna xwe li bajarê Silêmaniyê lidarbixe bi aramanca damezrandina şaxa xwe li Herêma Kurdistanê jî.

Kongireya Hevgirtinê dê di rojên 1-2 meha Tebaxê de, bi beşdarbûna çend endamên Hevgirtinê yên li Ewripa û Amedê, her wiha çend rewşenbîrên Kurd ku li bajarên Herêma Kurdistanê niştecih in, were li darxisitin.

Ji bo beşdarbûna di kongreyê de, her wiha ji bo hilbijartinên desteya rêveber û avakirina şaxa Herêma Kurdistanê, wê vexwendin di roja 25/7/2015 de ji bo rewşenbîr û nivîskaran werin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya amadekar ya kongireyê lîsteyek bi navê nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên ku wê werin vexwendin, amade kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî komîteya amadekar hêvî dike ku ev kongire dê bi hevdîtinên erênî di navbera aliyên beşdar de, tevî hemû cûdahiyên wan yên îdyolojî û siyasî were bidawîkirin ji bo avakirina hevgirtinekê ku daxwaz û hêviyên rewşenbîrê Kurd li derveyî welat bi cîh bîne.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket