Serokên Lîsteyên Kurdî serdana Parêzgerê Kerkûkê kirin

kurdistani 05:09 PM - 2015-07-22
Serokên Lîsteyên Kurdî serdana Parêzgerê Kerkûkê kirin

Serokên Lîsteyên Kurdî serdana Parêzgerê Kerkûkê kirin

Serokên Lîsteyên Kurdî di parlementoya Êraqê de serdana Parêzgerê Kerkûkê kirin

Îro çarşemê 22/7/2015 danê nîvro, serokên Lîsteyên Kurdî di parlementoya Êraqê de tevî cîgirê serokê Parelmentoyê çûn serdana Parêzgeha Kerûkê jib o gengeşekirina rewşên siyasî û aborî û ewlekarî ve.

Di civînê de parêzerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm pêşketinên di parêzgehê de nirxand û behsa rola hêzên Pêşmerge kir di warê ewlehiya parêzgehê de. Her wiha dawa ji rayedarên hikûmeta federal kir ku pirsa parên Kerkûkê ji bûdcê çareser bikin.

Piştî civîna bi parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm re, kongreyeke rojnamevanî hate lidarxistin. Di kongreyê de Kerîm girîngiya wa serdanê nirxand û kêşeyên darayî û aborî anî ziman, her wiha behsa girîngiya piştgiriya Pêşmerge û peydakirina pêdiviyên welatiyên bajêr jî kir.

Ji aliyê xwe ve jî cîgirê serokê Parlementoyê got ku serdana wan ya bi serokên Lîsteyên Kurd re jib o piştgiriya Kerkûkê ye û diyar jî kir ku ew ê bi rêveberî û nûnerên pêkhateyên parêzgehê re kar bikin di ware xizmeta hemwelatiyan de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket