Li Silêmaniyê komkujiya Pirsûsê hate şermezarkirin

kurdistani 07:37 PM - 2015-07-21
Li Silêmaniyê komkujiya Pirsûsê hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê komkujiya Pirsûsê hate şermezarkirin

Îro 21/7/2015 danê êvarê, bi amadebûna hejmarek mezin ji hemwelatî û rewşenbîran û hejmareke rêxistinên civaka sivîl ve li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê, civînek ji bo şermezarkirina teqîna terorîst ya ku duh li bajarê Pirsûs ya Bakurê Kurdistanê rû da, hate lidarxistin.

Di civînê de êrişa ku duh li dijî endamên komeleyên ciwanên sosyalîst li bajarê Pirsûsê ku hewl didan derbasî Kobanê bibin û beşdarî xebatên jinûve avakirina Kobanê bibin pêk hat, ji aliyê beşdarbûyan ve hate şermezarkirin.

Aliyên di civînê de beşdar bang li Civaka Navdewletî kirin ku helwesta xwe beranberî wa êrişê zelal bike û rêgiriyê li êrişên terorîstî li dijî tevahiya gelê Kurdistanê bike.
Her wiha bang li Civaka Navdewletî hate kirin ku bi lez kar bike dakû kesên ji ber wa êrişa hovane li dijî gelê Kurd berpirsiyar in, eşkere bike û arasteyî dadê bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket