Firaksyona YNK`ê li parlemana Êraqê êrişa Pirsûsê şermezar kir

kurdistani 07:00 PM - 2015-07-21
Firaksyona YNK`ê li parlemana Êraqê êrişa Pirsûsê şermezar kir

Firaksyona YNK`ê li parlemana Êraqê êrişa Pirsûsê şermezar kir

Firaksoyna Yekîtiya Niştaimaniya Kurdistanê YNK`ê li parlementoya Êraqê roja duşemê bi daxuyaniyekê komkujiya Pirsûsê şermezar kir, her wiha bang li rayedarên Tirkiyê jî kir ku kesên destê wan di komkujiyê de heye xuya bikin û arasteyî dadê bikin.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

''Di dema serkeftinên leşkerî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, birayên me li Bakurê Kurdistanê karîn bi riya xebatên siyasî û medenî di hilbijartinên parlemanî de serkeftinên mezin bi dest bixin û derbasî parlemana Tirkiyê de bigirin.

Ji ber ku çavên dijmin û nehezên gelê me li wan serkeftinan hilnayên, û bi hemû şêweyan dixwazin ku li her deverên Kurdistana mezin ziyanê pêk bînin, îro li navçeya Pirsûs ya hevsînora Kobaniya qehreman xwe di nav xelkê sivîl de teqandin û hejmarek hemwelatiyan jî şehîd û birîndar kirin.
Em wek firaksyona YNK`ê di parlemana Êraqê de li barê şermezarkirina wa teqînê, dawa li rayedarên dewleta Tirkiyê dikin ku bi erka li ser milê xwe rabin û parastina sivîlan bikin, her wiha kesên ew komkujî pêk anîne eşkere û desteser bikin.

Şehîd namirin û hêviya xweşiya lezgîn ji bo birîndaran dikin û dijminên Kurdan jî nefret dikin.''

Firaksyona YNK`ê li Parlementoya Êraqê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket