TED-DEM: Bi va êrişa Pirsûsê xwestin projeya jinûve avakirina Kobanê pûç bikin
kurdistani 05:39 PM - 2015-07-21TED-DEM: Bi va êrişa Pisûsê derbê li hemleya jinûve avakirina Kobanê bidin
Desteya Rêvebera a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşa li dijî 300 endamên Yekîtiya Komeleyên Ciwanên Sosyolîst ku ji bajarê Stenbolê hatibûn bajarê Pirsûsê ji bo ku derbasî bajarê Kobanê bibin û beşdarî xebatên jinûve avakirina Kobanê bibin, daxuyaniyeke nivîskî da
Daxuyanî wiha ye:
Êrîşa xwekujî ku îro li dijî navenda Amara a Çand û Hunerê ya bajarê Pirsûsê pêk hatiye li dijî endamên Yekîtiya Komeleyên Ciwanên Sosyolîst ku ji bajarê Stenbolê hatibû dê derbasî Kobanê bibûna bû. Ev êrîş dikeve çareçoveya rêzekomployên hêzên nijadperest û şovenîst ên li dijî daxwazên gelê Kurd di avakirina civakeke demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan e.
Rastiya dîrokî ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatiye diyar kirin û piştgiriya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve bi vê şoreşê re, yekîtiya gelê Kurd li dijî êrîşên hovane yên li dijî bajarê Kobanê dide diyarkirin. Serkeftinên hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê de bi dest xwe ve anîne, aliyên dijmin û serkêşên wan yên dewleta Tirkiyê de serkeftinên dîrokî yên rastiya Rojava qebûl nakin. Êrîşa li dijî van ciwanên çepgir ên Tirk û Kurd ku li ser riya azadiyê bi israr in, nîşana dijminahiya van aliyên êrîşkar bi eniya demokratîk re ye. piştî ku di hemleya leşkerî de li Rojava bi bin ketin niha hewl didin derbê li hemleya jinûve avakirina Kobanê bidin. Lê ev êrîşên wan nikarin vîna azad a gelê Kurd bişkînin û dê yekîtiya Pirsûsê û Kobanê bi hev re xurttir bike.
Ev nîşaneke eşkere ye ku destên dewleta Tirk di van êrîşên terrorist de heye. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze peyamekê ji gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê re bişîne. Dewleta Tirk niha aloziyeke siyasî jiyan dike û ji çareseriya doza kurdî û hemû dozên girêdayî demokrasiyê direve. Ji ber vê yekê bi van komkujiyên xwe bidawîkirina hêviyên çareseriya siyasî û aştiyane îlan dike.
Berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê bi piştgiriya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û beşdarbûna gelek hêz û rêxistinên gelê Tirk di vê berxwedanê û di serî de Partiya Komînîst Marksîzm Lînînîst (MLKP) û gelek ciwanên çepgir pêk hate. Di berxwedana Kobanê de yekîtiya gelên herêmê li dijî hêzên tarî diyar bû. Yekîtiya gelan di vê berxwedanê de çarenûsa têkoşîna demokrasiyê û azadiyê di heman demê de ye. Em hemleya jinûve avakirina Kobanê ji serkeftinên hatine bidestxistin kêmtir nabînin. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî van ciwanan êrîşa li dijî hemleya jinûve avakirina Kobanê ye. Êrîşa çeteyan a di salvegera şoreşa Rojava de girêdana me bi rihê berxwedanê û nirxên şehîdan re zêde dike û asta berxwedanê li dijî dijminên gelê û hemû pêkhateyên herêmê bilind dike.
Em wekî Desteya Rêvebera a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. ev êrîşa pêkhatiye li dijî mirovahiyê û nirxên exlaqî ne. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û hemû gelê Tirk û Kurd û hêzên wan ên şoreşger re dixwazin. Em şifayê ji hemû birîndaran re dixwazin. Em bi hêvî ne vîna gelê me û hemû hêzên berxwedêr ji bo azadiyê dê terorê û hemû alîgirên wê tune bike.
PUKmedia / ANHA
hewal ziyatr
-
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
10:56 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17 -
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
Kurdistan 04:45 PM - 2024-04-17