Celadet Alî Bedir-Xan (Jiyan û Berhem) (1893-1951)

kurdistani 02:26 PM - 2015-07-21
Dilawerê Zengî û Celadet Alî Bedir-Xan

Dilawerê Zengî û Celadet Alî Bedir-Xan

Destpêk:
Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de, destpêka dîroka hişyarbûn û bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e.
Bi belavbûna rojnama (Kurdistan 1898)-an û çapemeniya Kurdî re, roj bi roj hizrê ramyarî û civakî li nik rewşenbîrên Kurdan berdigirt, û rojnameya Kurdistan li hemberî  zordariya fermandarên Osmaniyan şerê azadî û serxwebûnê domand. Ramana neteweyî roj bi roj di nav kurdan de, li ser destên nivîskar û helbestvanên Kurd yên mîna Hacî Qadirê Koyî xurtir û geştir dibû.
Di dawiya şoreşa 1908-an de, bi hatina (Ciwanturk) re, qûnaxeke nû dest pê kir. Rewşenbîrên Kurdan roleke pir mezin di vê partiyê de lîstin. Lê her ko çû (Ciwanturk) li dijî ramanên neteweyî yên kurd derketin. Siyasetmedarên Kurdan jî pişta xwe danê û dest bi avakirina çend komeleyên civakî û siyasî kirin
Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-an, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên kurdan ber ne girtin. Imperatoriya Osmanî parvebû, ji ber ko para mezin ji erdê Kurdistanê di bin destê Osmaniyan de bû, Kurdistan jî pêre hate parvekirin. Di 16/5/1916-an û di riya van her sî dewletên mezin Rûsiya, Birîtanya û Ferensayê re û bi navînkirina -peymana reş -Saykis –Bîko-, Bakurî kurdistanê giha Turkiya, başûrî Kurdistanê giha Îraqa nuh, Rojavayê kurdistanê giha Sûriya û ji xwe Rojhilat tev di bin destê Îranê de ma.
Piştî rûxandina dewleta Osmanî, kurdan derfet û nîreke nuh di derbirîn û çareser kirina pirsa xwe de dîtin. Nemaze di danezana rêbaza Wilson ya çarde xal de;  ji bo mafên miletan bi azadî û serxwebûnê bê çespandin. Lê mexabin biryarên Sêvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-an bin pê kirin, û hevkaran soz û peymanên xwe bi Kurd û Kurdistanê re xwarin.
Mijar:
Bêguman, di dîroka miletê kurdî de, malbata Bedirxaniyan xwedî rol û kedeke bêhempa û gewre ye. Xwedî cihşîneke dewlemend e. Çi di warê serhildan û raparînên azadîxwaz û çi di warê rewşenbîrî û zanistiyê de be. Gelek fedakarî û cangorî pêşkêşî gelê xwe kirin.
Bêdiro! Di navîna babilîska nozdehan de, Bedirxan beg xwediyê ramana azadîxwaz ya gelê Kurd bû. Ji (1842-1847) li hemberî zordariya dewleta Osmanî serî hilda. Lê mexabin pêre neçû serî. Bedirxan beg û zarûzêçên xwe dûrî welatê bav û bapîrên xwe ketin. Dewleta Osmanî bi zanebûn Lawên Bedirxan bi kar û xebata dewletê mijûl dikir û çûyîna Bedirxaniyan ya Kurdistanê qedexe bû.  Emîn Alî lawê Bedirxan yê mezin bû. Di nav tevgera kurdî de ciheke giring digirt û çavdêrê dadgeha Stenbolê bû. Ji ber liv û xebata wî xebatkerekî gerok bû. Osmaniya ew li cihekî li bajarekî ne dihişt.
Di 26-ê -06-1893-an de, Li Stenbolê, Xwedê lawek bi navê Celadet dayê. Celadetî Xwendina xwe ya destpêkê û ya navîn li wir riha kir û zarokatiya xwe tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta, Edirne, Konya, Akka, Nablis û Selanîkê geriya. Celadet li malek welatparêz û xebatkar de mezin bû. Bavê wî Emîn Alî zarokên xwe li ser şopa zanîn û kurdayetiyê xwedî kir.
Di temenê hejde-nozde saliya xwe de, Celadet derbasî Kuliya Herbî dibe. Diya wî Senîhe ya Çerkes ne razîbûna xwe ji vî karî re diyar kir û dixwest wî dûrî Osmaniyan xe. Celaded di Şerê Cîhanê yê Yekem de beşdar bû. Li qefqasyayê di şerî de bû. Gihişte heta Bako.
Diyar e. Celadet ji biçûkanî de dest bi nivîsandinê kir, temenê wî negihabû bîst salî  pertûka (rastiya rûxandina Edirne) ya ko di sala 1917-an de digel birayê xwe kamîran nivîsandiye.
Di salên 1918-1919-an de, derfeteke zêrîn ji bo damezrandina dewleteke Kurdî peyda bû. Celadet û birayê xwe Kamîran, Ekremê Cemîl paşa, Faiq Tewfîq û Siyasetmedarê Ingilîzî Mêcer Idward Noêl  li nav hoz û êlên kurdan geriyan. Armanca wan amadekariyên Peymana Sêvrê bû. Lê mexabin ew tevgera wan cih negirt û tu axa, beg û serokên eşîran pişta wan negirtin û ew karê wan zû têk çû. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Di vê çûn û tevgerê de li ramana çêkirina Alfabeyeke Latînî divarqile. Û bi ûştê Mêcer lê hay dibe û dest bi danîna Alfabeya xwe dike.
Di sala 1922-an de rojnama Serbestî li Stenbolê derdiket, Celadet cîgirê girînendeyê wê bû. Di wê demê de Kemaliyan Stenbol xisti bûn bin destê xwe û bi xortî li dijî kurdan derketin. Di cih de fermana bidarvekirina bavê wî Emîn Alî û her sê birayan: Celadet, Kamîran û Sûreya didin. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan û lawê xwe Sûreya diçin Misrê-Qahire. Celadet û birayê xwe Kamîran diçin Almanya-Miyûnixê. Celadetî li wir zanistgeh xwend û Şehada dadmendiyê/ hukukê wergirt.
Celadet ji kaniya çande û kultûrê Almaniyan vedixwe, bandûra rewşanbîriya wan gelek lê dibe, nemaze dîtina Basmark yê ko dixwest di riya yekbûna ziman re yekbûna Almaniyayê biparêze. Rewşa zimanê Kurdî gelek bala Celadet kişand û hêdî hêdî dest bi danîna bingehîna rêzimana zimanê kurdî kir. Lê her bala wî li ser rewşa tevger û şoreşên kurdî bû. Têkilî û girêdanên wî bi hundirê welêt re hebûn. Dema şoreşa Sêx Seîdê Pîran di sala 1925-an de destpêkir, berî da welêt. Lê mexabin berî bighê welêt, şoreş têkçû bû. Bi dilekî kuldar dîsa berî dide Almanya . lê mexabin ji ber nesaxiya bavê xwe berî dide Misrê- yê ko di sala 1926-an de mir-û ji wir diçe Beyrûtê.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îdê kal di sala 1925-an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa şer, hişk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuştin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘eşîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewşenbîrî). Xebatkarên kurd penaber bûn û tev ji hev tarûmar bûn.
Giringiyek bi girêdana kongirekî giştî ji bo yekîtiya hêzên kurdan yên belavbûyî li ser pirogrameke yekbûyî hebû. Ewan welatparêzên kelecan û penaber kongirê xwe di 5ê çiriya pêşîn sala 1927an de li Beyrûdê- Bihemdûnê, girêdan. Celadet Bedirxan yek ji damezrênerên pêşîn yê Xoybûnê bû, û hemû çavkanî û jêderên dîrokî nîşan didin ko ji sala 1927-1932-an serokatiya Xoybûnê kiriye.
Bi rastî em nikarin xebata Xoybûnê û şoreşa Araratê ji hev veqetînin, ji ber ko li dora çar salan (1927-1930) bi hev hatibûn girêdan. Em dikarin bibêjin ko berdewamkirin û geşkirina agirê şoreşa Agirî pareke mezin jê keda rêxistina Xoybûnê bû. Ji nav malbat û malmezinên kurdan rola malbata Bedirxaniyan ya sereke bû nemaze tekoşer Celadet Bedirxan.
Li Beyrûtê sala 1929 wek parêzer xebitî û di her wê demê de û bi taybetî di 16-8-1929-an de, li bajarê Beyrûtê dest bi nivîsandina bîranînên xwe kir. Di navbera 1927-1931 pir di navbera Beyrût û Şamê de diçû û  dihat.
Dema şoreşa Agirî têkçû, berê wî jî ber bi Tahranê ve ket. Li ser gotina wî şah Behlewî hin kar û xebat yên dewletê lê pêşniyar kir, lê qet wî dil nekir. Lewra Şah wî dispêre Îraqê, Îraq jî wî dispêre Sûriyê. Ev ne cara yekê ye ko hin dewlet dixwazin wî bertîl bikin û wî ji xebata kurdayetiyê dûr bixin. Belê Frensiz, Turk û şahê Urdinê jî jê xwestibûn, lê qet Celadet ji bo armanca xwe radestî li ber van xwestek û daxwazan nekir. 
Piştî hilweşîna şoreşê û têkçûna xebata çekdarî giringiyek bi girêdana civatekê ji penaberan re li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo axa- li taxa Kurdan- li bajarê Şamê bi serokatiya Mîr Celadet A.Bedirxan. Di wê civîna pêşîn de Mîr Celadet A. Bedirxan ev gotina xwe ya dîrokî pêşkêşî wan kir û got: ”Gelî Kurdan..! Gelî rewşenbîr û welatparêzên delal...Şoreş û raperînên me bi çekan  serneketin û ne  jî gihan armancên xwe... Niha ji me tê xwestin ko em bi pênûsê, bi zanîn û rewşenbîriyê, gelê xwe hişyar bikin, û pê şerê dijminê  gelê xwe bikin. Em, dîrok, tore, folklor û rewşenbîriya xwe nasbikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin... Bila zanîn çekê me be..”. 
Bi van gotinên pir bi akam û hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan  ronaka xebatê li pêş wan penaberan vêxist û berê xebatê da pênûs û zanînê. Ji eniya şer û cengan berê wan da eniya wêje û pênivîsê.
Di 26-çiriya pêşîn- sala 1931-ê de rêdana çapkirina kovara Hawarê di bin jimara 6224 ji wezareta hundirî ya dewleta Sûriyê wergirt.
Di roja 15ê Gulanê sala 1932an de hejmara pêşî ji kovara Hawarê derxist. Kovareke wêjeyî û zanistî ye. Dûrî siyasetê ye. Pêncî û heft hejmar ji vê kovarê derket. Hejmara dawîn di 15-Tebax- 1943-an de bû. Her 15 rojan cerekê hejmarek derdiket. Temenê wê 11 salan dirêj kir. Gerek li dora pênc salan tenê bûna, lê mexabin çend caran rawestiya. Pê re alfabeya xwe ya Latînî û çend pertûkên li ser zimanê Kurmancî di bin navê weşanên kitêbxana Hawarê(1932-1943) belavkir. Di riya kovara Hawarê çend navin gewre di  gasîna toreya Kurdî de hatin naskirin. Ji wan navdaran Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Ehmedê Namî, Cegerxwîn û Kamîran Bedirxan….hd. Ev qûnax bi van ronakbîran û bi berhemên wan hat naskirin.
Berhemin hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî da afirandin. Folklorê Kurdî ji qûnaxa devkî derbasî qûnaxa nivîskî kirin. Raman, hizir û bîrweriya mirovî di koda Hawarê de meyandin. Zaravayê Kurdmancî hem ji mirinê riha kirin û hem jî bi bêjeyin nûh û nûzayî dewlemend kirin.
Dewlemendiya Celadet netenê di warê afrandina alfabeyeke Latînî û rêzimana zimanê Kurdî bû, belê Xwediyê du dibistanan bû. Dibistana pêşî kurdaniya biware ya ko gelek nivîskarên kurd yên penaber jê hînî rastxwendin û rastnivîsandina zimanê xwe bûn, hînî giringiya pênivîs û zanînê bûn.. Dibistana din hevotina rojhilatnasên mîna Rojer Lîsko, Pîr Rindo û tomas biwa bi pirs, doz û rewşa kurdî bû. Rola van rojhilatnasan di kovara Hawarê de gelek bû. Çend perhemên giring di warê folklor, kultûr û dîroka kurdî de afirandin.  Bi saya serê Celadet bala wan kişande ser çande û wêjeya kurdî.
Celadet Alî Bedirxan bi heşt zimanan zanî bû; Kurdî, Turkî, Farisî, Erebî, Elmanî, Yûnanî, Frensizî û Ingilîzî. Elfabe û rêzimana xwe li gor van zimanan dipîva û dida ber hev. Reng û durvin nuh û serbixwe li alfabeya xwe kir. Bi zanebûn taybetmendiyek da alfabeya xwe ya nuh û bi pênc zimanan belav kir; Kurdî, Frensizî, Farisî, Turkî û Erebî.
Di sala 1932-an de li şarê Hisiçayê li gor biryara Xoybûnê û bi piştgirî û alîkariya Celadet Komela (Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê)  hat damezrandin. Evê Komelê armanc û sedemê çêbûna xwe di kovara (Hawar)ê hejmara: 2 ya ko di 1-Hizêranê 1932an de hatiye weşandin, dide diyarkirin.
Di sala 1937 de li gor biryara Xoybûnê û bi piştgirî û alîkariya Celadet li bajarê Amûdê (Nadî CiwanKurd -Amûde)  hat damezrandin.
Di 1-ê Nîsana 1942an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Ronahî belavkir. Bîst û heşt hejmar jê derket. Hejmara dawîn di Adara 1945 derket. Mehane bû. Temenê wê çar sal bû. Ewê Kovarê nûçe û salixdanên şerê cîhanê yê didiwan bi wêne, digel gelek nivîsên hêja di warê folklor, tore û rewşenbîriya Kurdî de belav kir. Em dikarin bibêjin herdû kovar(Hawar 1932-1943 û Ronahî 1942-1945) wêjeyeke nuhkirî, nuhbûyî û nûjen bixwe re vejandin. Gelek bêjeyên nuh afirandin. Bêdiro! Kovara Hawar û Ronahî zerezengiya ser serê wêjeya kurdmancî û Qur’ana zimanê wê ne.
Hêjayî gotinê ye, ko ev qûnaxa dîrokî bi qûnaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan diber çand û toreya Kurdî de cihê serbilindî û şanaziyê ye. Belê, di geşkirina hestê neteweyî de rol û bandûreke pir mezin di civaka Kurdî de lîstin. Tîrêjên vê akamê bi xurtî li raman, hizir û jiyana civakî ya Kurdan kir.
Ji sala 1934-1936-an de celadet zimanê firensizî li dibistana pîşe li bajarê Şamê daye .
Di sala 1935-an de Bi Rewşen Bedirxan re hevjîn bûye û keçek bi navê Sînem1938 û lawek bi navê Cemşîd 1939  Xwedê dayê.
Di sala 1939-an de li dezgeha Rêcê-ya tûtinê wek parêzer û serokê çavdêrî kar kirye.
Di dema şerê cîhanê yê didiwan destpêkir, firensizan ew û hin penaberên kurd li şamê bin çav kirin. Bi taybetî ew di sala 1943-an de li bajarê Şamê dibin çavdêriya dewletê de bû.
Di sala 1947-an de li ser navê xelkê Cizîrê xwe di perlemanta Sûriyê de da pêş. Lê mexabin di cih de ew vekişandin.
Di sala 1950-î de li sûriyê buhayê pembo gelek bilind bibû. Derfetek bû ko mirov rewşa xwe pê xweş bike. Husên Îbiş mirovekî dewlemend û xwedî erd bû. Hêcanê gundê wî bû. Xwest alîkariya Celadet bike û parçak erd dayê ji bo çandiniya pembo. Ji neçarî berê Celadet kete riya çandiniyê. Lê ne bi dilê xanima wî Rewşenê bû. Celadet jî pir ji wî karê xwe ne dilrast bû. Pir ji bîra Qederê xemgîn bû. Di roja avdanê de, mexabin di tirsa xwe de derket û di wê bîrê de wer bû. Celadet li 15′ê Tîrmeha sala 1951-ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û laşê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Şêx Xalidê Nexşbendî li taxa Kurdan li Şamê hat veşartin. Sed mehder û dilovanî li giyanê wî yê pîroz bibare û cihê wî buhişt be.
serencam:
Mirovê gewre xwedî rol û bandûreke gewre ye. Bi xwendevanê xwe re rastgo û xwedî hestekî nazik û pir sade ye. Bi erk û berpirsiyarî li rewş û awayê kar û xebat, ziman û wêje, serhawe û berhawên Kurdî dimeyzand. Hostê çêkirina peyva nûjen bû. Xwedî ferheng û azîn bû. Zimanzanekî gewre bû. Bi awa û şêweyekî pir rewan û hêsan dinivisand. Zanayekî rewanbêj bû.
 Xebata vî ronakbîrî pir berfireh û ber biçav bû, rehên xwe bera civaka Kurdî dabû. Ji hêlekê de, bibû mak û dibistaneke serbixwe ji hemû rewşenbîr û nivîskaran re, û ji hêlekê din de, Xudan pirnav bû. Ramana  neteweyî, zanîn û hişyarî di nav gelê xwe de dida belav kirin. Mirovekî ne heyranê kesatiya xwe bû; ji tinebûna nivîskaran di bin gelek navan de behemên xwe di kovara Hawarê de belav dikir. Wêjeyeke hemdemî û nûxwazî afirand. Zimanekî wêjeyî avakir. Sermiyanê wêjeya nuhkirî bû. Di nav civata Kurdî de xwedî rûmetbû. Xwedî navekî pîroz bû. Bi saya serê wî kurda navên Kurdî li zarokên xwe dikirin. Bi herkesî da zanîn ko Kurd neteweyekî xwedî ziman, dîrok û xak e. Xwedî şaristaniyeke dewlemend û gewre ye û di dîrokê de kevnare ye.
Navên ku Celadet Bedirxan di Hawarê de bi kar anîne ev in:
Nêrevan, Herekolê Azîzan, Xeberguhêz, Stranbêjê Jêliyan, Stranvan, Şîretbêj, Çîrokbêj, Şevger, Seydayê Gerok, memosteyê Gerok, Hawar, Cemşîd, Newîn, Dilistan, Şebistan, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînemxanê, Koçerê Botan, Yekî Vexendî, Xwediyê Hawarê, Nivîsanoka Hawarê, Taûzparêz,C.A.B. Ronahî, Xwediyê Ronahî... dibe hin navindin jî hebin.
Berhemên Celadet:
Ji bilî herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) çend berhemên hêja belav kirin ji wan:
-Rêzana Elfabêya Kurdî. Mîr Herekol Azîzan. Çapxana Tereqî. Şam: 1932.Kurdî, Frensizî, Turkî, Erebî û Farisî. Bîst rûpel in.H:1.
-Rûpelinen Elfabê.
-Biyîşa Pêxember.(Mewlûda Nebî) Osman Efendî. Bi Kurdiya dumilî, bi dîbaca Celadet. Çapxana Tereqî, Şam. 1933. Çel û şeş rûpel e.H:4.
-Nivêjên Êzediyan bi dîbaca Celadet. Çar nivêj in Ji devê Şêx Heyder û Ismaîl beg hatine girtin. Çapxana Tereqî, Şam: 1933. Heşt rûpel in. H:5.
-Mektûb ji Mistefa Kemal paşê re. bi destê Rewşen Bedirxan hat wergerandin bo zimanê Erebî min jî çap û belavkir.
-Ji mesela Kurdistanê. Min wergerand zimanê Erebî û belav kir. Sala: 1999- Hewlêr. Ji weşanên rojnama Medya.
-Gramêra zimanê kurdmancî. Celadet û Rojê Lîsko. Wergerand: Dilawerê Zengî. Digel çend mamosteyan.1991. Şam.
-Ferhenga Kurdî-Kurdî. Çapxana Avesta. Stenbol-2009.
-Bîranînên min. Celadet Bedirxan. Komkirin û Werguhêr: Dilawerê ZENGÎ. Çapa yekê (1997)Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.Çapa didiwan, Beyrût: 2010. Bi zimanê Kurdî- Erebî.

Dilawerê Zengî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket