Hejmarek jinên Êzîdî tevlî tabûrên Pêşmerge bûn

kurdistani 05:41 PM - 2015-07-20
Hejmarek jinên Êzîdî tevlî tabûrên Pêşmerge bûn

Hejmarek jinên Êzîdî tevlî tabûrên Pêşmerge bûn

Rêvebirê navçeya Sinûnî ya Şengalê Nayêf Sîdo, roja yekşemê 19/7/2015 ragihand ku ketîbeyek ji jinên Êzîdî li benda biçekkirinê ye ji bo rizgarkirina deverên Êzîdî ji destê DAIŞ`ê.

Li gorî ajansên nûçeyan, ew jinên Êzîdî ku hejmara wan dora 300 heye, tevlî ketîbeyeke jinan bûn, ji 16 ketîbeyên ku ji Êzîdiyan pêk tên, di nav wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de.

Nayêf Sîdo her wiha jî diyar kir ku hejmara Êzîdiyên ku xwe ji bo şerê DAIŞ`ê amade kirine heya niha gihiştiye 5200 kesî, ku di 16 ketîbeyan de di wezareta Pêşmerge de hatine bicîkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket