YPG`ê êrişên DAIŞ li Hesekê û Kobanê têkşikandin

kurdistani 03:06 PM - 2015-07-20
YPG`ê êrişên DAIŞ li Hesekê û Kobanê têkşikandin

YPG`ê êrişên DAIŞ li Hesekê û Kobanê têkşikandin

Li başûrê Hesekê êrîşên çeteyan ên ji 3 baskan ve ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin pûçkirin. Şerê li vê derê heta ber destê sibehê dewam kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev çeteyên DAIŞ'ê bi armanca xilaskirina komên xwe yên li Hesekê di bin dorpêçiyê de ne êrîşek lidar xistin û got, "Ev êrîşên ji başûrê Hesekê bi 3 baskan ve hat kirin, ji aliye hêzên me ve hatin pûçkirin. Heta ber destê sibehê li van qadan şerekî dijwar qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van herêman nehatiye zelalkirin."
Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê dewam dikin, û di vê derbarê de jî ev agahî da:
"Hêzên me şevê din, li çend gund û derdorê wan ku çeteyan êrîş lidar dixistin de operasyonek meşandin. Di encama vê operasyonê de pêşiya êrîşên çeteyan ên li hemberî gundên Maxaretên û Mecbele hat girtin.
Şevê din komên çeteyan ji 4 milan ve êrîş birin li ser gundê Sîna yê li başûrê Kobanê. Piştî şerekî dijwar, êrîşe çeteyan hati şikandin.
Dîsa hêzên me şevê din li gundê Geydadê jî xebatên lêgerîne meşandin. Di encama van xebatan de gelek amûr û cebilxaniya çekên wekî kleş û BKC hatine bi dest xistin."

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket