Li Kobanê teqînekê rû da ( Hate nûkirin)

kurdistani 01:46 PM - 2015-07-20
Li Kobanê teqînekê rû da ( Hate nûkirin)

Li Kobanê teqînekê rû da ( Hate nûkirin)

Li Kobanê piştî 15 deqeyan ji teqîna bajarê Pirsûs yê Bakurê Kurdistanê, hate ragihandin ku otombîleke bombebarkirî ya terorîstên DAIŞ`ê li nêzî dibistana Mihemed Dir li başûrê Kobanê berya ku şervanên YPG`ê armanc bigire, j aliyê şervanan ve hate teqandin.

Çavkaniyekî ji rêveberiya Kantona Kobanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew teqîn li ser riya Helebê rûda, gava ku otombîleke bombebarkirî xwest ku benda kontrolê yê şervanên YPG`ê û Artêşa Azad ve armanc bigire, lê belê berya ku bigihêje mebesta xwe, teqiya.

 

Li aliyekî din jî, û li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatin girtin teqîn ji ber mayînên ku di çarçoveya hemelya paqijkirina Kobanê ji mayînan çeteyan pêk hatiye. Mayîn li cihekî dûrî tevgera wealtiyan hatibû komkirin, da ku di demeke nêzî de li derveyyî bajar bêne teqandin.

Lê ji ber germa zêde teqîn pêk hat. Di encama teqînê de tu kuştî û birîndar di nava sivîlan de çênebûye. Ziyanana madî di dibistanê de çêbûye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket