Li navçeya Riha Pirsûsê teqîn

kurdistani 12:58 PM - 2015-07-20
Li navçeya Rihayê Pirsûsê teqîn

Li navçeya Rihayê Pirsûsê teqîn

Li Navenda Çandê ya Amara, ku 300 ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin duh ji Stenbolê hatin navçeya Riha Pirsûsê lê diman, teqînekê rû da.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan, diyar kir ku di nava 300 ciwanên SGDF'î yên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê teqînê pêk hat û teqîn ji ber bombeya zîndî pêk hat.

Li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya ku 300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku ji bo derbasî Kobanê bibin ji Stenbolê hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê teqîn pêk hat. Dema ciwanan li baxçeyê navendê têkildarî derbasbûna Kobanê de daxuyanî dan çapemeniyê teqîn pêk hat û di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Di encama teqînê de baxçeyê navenda çandê vegeriya deryaya xwînê.

Piştî bûyerê gelek ambunlas sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar dibin nexweşxaneyê.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan hêj li baxçeyê navenda çandê ne.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan têkildarî bûyerê de axivî û îdaî kir ku teqînê ji ber bombeya zîndî pêk hatiye. Kaplan da zanîn ku li gorî agahiyên gihiştine destê wan 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn e.

PUKmedia/ DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket