Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya Sûriyê civîna xwe li Cizîrê lidarxist
kurdistani 04:26 PM - 2015-07-16Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya Sûriyê civîna xwe li Cizîrê lidarxist
Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya li Sûriyê di civîna xwe ya roja sêşemê 14/7/2015 de ya li ser daxwaza endamên Yekîtiyê yên ku beşdarî kongireya yekem a Yekîtiya Nivîskarên Kurd di 10/10/2014 nebibûn, û daxwaza fermî ji Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê ji bo mûdaxelekirin û çareserkirina nakokiyan, li avahiya Rêveberiyê bi beşdarbûna serokê encûmena cîbicîkar a rêveberiya Cizîrê Ekrem Hiso û seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid, her wiha şandeya fermî ya yekîtiya nivîskaran, Dilawer Zengî serokê Yekîtiya Nivîskaran û Luqman Yûsif, Nûşîn Bîcirmanî, Fewaz Osê, Mahîn Şêxanî, Merwan Şêxê, û şandeke ji nivîskarên ku beşdarî wê konfiransê nebibûn Nayêf Cibêro, Ebdilsemed Mehmûd, Mihemed Ebdê, li hev kirin ku formeke dawî ji bo hemiyan bê dîtin ji bo parastina hevgirtina Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriyê.
Biryar hat girtin ku her kesê derveyî nêrînan wa lihevkirinê binpê bike, ne ji mafê wî ye careke din mûdaxeleyî arîşeyên yekîtiyê bike.
Di wa lihevkirinê de herdû aliyan beyannameyek îmzekirin. Beyannanme ji 10 xalan pêk tê û tê de yekrêziya Yekîtiyê hate avakirin.
Nivîsa beyannemyê jî ev e:
1-Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriyê nîşaneke çandî ye yasabûna xwe ji kongreya xwe distîne û bi ser sektora gelemper ve ye, azadiya fikra nivîskar diparêze û destpra xwe jî ji rêveberiya xweser digire.
2-Avakirina komîteyekê ji 13 kesan, ji her aliyekê 5 kes, 3 kesên din jî ji derveyî Yekîtiyê ji aliyê desteya çandê ve têne destnîşankirin, rola komîteyê jî amadekariyê ji bo kongreya bê re, ne yasa ye jî ji va komîteyê re ku dest bike karê desteya rêvebir heya çûndina bo kongreyê, her wiha ji bo desteya rêvebir jî ne yasa ye ku deswerdanê li karê komîteyê bike.
3-Kongireya ku wê di meha kewçêrê (10) de were lidarxistin wê bibe kongireya diwem ya Yekîtiya Nivîskaran.
4-Komîteyek wê ji aliyê komîteya amadekar ve were avakirin, ji bo amadekirina sîstema hundirîn.
5-Her kesê ku ji bo endamtiya di Yekîtiyê de xwe nîşan daye, endamê wê tê dîtin, û ji ber ku yên berya kongreyê bûne endam berhemên wan jî nayên sererastkirin û nirxandin. Lê belê kesên ku piştî kongreyê bûne endam, wê piştî ku di komîteya nirxandinê re derbas bibin, wek endam werin dîtin. Eger ev nirxandin derbas kirin dikarin di kongireya bê de beşdar bibin.
6-Komîteya ku wê kesên piştî kongreyê bûne endam binirxîne wê ji sê kesan pêk were, du kes ji herdû aliyan bi seroktiya endamekî bi desthilatên tam, ji deseya Çandê ya Rêveberiya Xweser.
7-Navên endamên Yekîtiyê yên kevin û yên nû , û yên bi serketine wê ji aliyê komîteyan ve tenê ji bo komîteya amadekar werin pêşkêşkirin.
8-Divê desteya rêveber ji herdû aliyan be, karê xwe bi hev re bikin heya lidarxistina kongreya diwem, ji ber wê yekê divê hejmarek ji aliyê ku beşdarî kongireya yekem nebûye di rêveberiyê de hebe, lê divê hejmara temsîla wan li gorî hejmara nivîskarên ku hatine qebûlkirin û tevlî kongireyê nebûne, be.
9-Eger çi nakokî di hundirê komîteya amadekar de derbarê girtina biryaran çêbibin, wê dengdan were lidarxistin.
10-Hemû aliyên ku li ser va beyannameyê îmze kirine pêwîst e di rêveberiyekê de kar bikin.
Aliyê yekem: Dilawer Zengî Aliyê diwem: Luqman Yûsif
Ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser ve hate erêkirin
Seroka Desteya Çandê: Bêrîvan Xalid
Amûdê 14/7/2015
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24