DAIŞ bi sedan zarokên Sûriyê di êrişên xwe de bi kar tîne

kurdistani 01:53 PM - 2015-07-16
DAIŞ bi sedan zarokên Sûriyê di êrişên xwe de bi kar tîne

DAIŞ bi sedan zarokên Sûriyê di êrişên xwe de bi kar tîne

Li Sûriyê ji destpêka îsal ve 52 zarok ku DAIŞ`ê di şerê xwe de bi kar anîbûn, hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku wê ji destpêka îsal ve ta roja sêşemê 14/7/2015, 52 mirina 52 zarokên di bin 16 saliyê re, ku di gel DAIŞ`ê şer dikin, tomar kiriye.

Her wiha da xuyakirin ku ji wan 31 di teqîn, pevçûn û êrişên ezmanî yên hevpeymana navdewletî û yên rêjîmê de di va mehê de hatine kuştin.

Li gorî rewangehê, ji destpêka îsal ve ta destpêka meha tîrmehê, DAIŞ`ê bi riya navendên xwe 1100 zarokên Sûrî xistine nav girûpa xwe ya bi navê ''Eşbal El-Xîlafe'', ku hemû çekdarên temen biçûk têde cîh digirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket