Çiya li ser gerstêrka Pluto`yê hatin dîtin!
kurdistani 12:23 PM - 2015-07-16Çiya li ser gerstêrka Pluto`yê hatin dîtin!
Piştî 9 salan, masûra (mekîka) NASA`yê New Horizons gihişte nêzîkî gerstêrka Pluto`yê, û dîmenên pir girîng û balkêş şandin.
Wêneyên ku New Horizons ji Pluto`yê şandine xuya dikin ku rûyê wê gerstêrkê yê ji qeşayê, tijî çiyayên bilind e, bilindahiya wan digihêje 3500 metran.
Pisporên NASA`yê diyar kirin ku temenê wan çiyayan berya dora 100 milyon sal e. Her wiha dan xuyakirin ku ev çiya tên wateya ku rûyê Pluto jîndar e û niha tê guhertin.
Pisporên jiyolojî yên NASA `yê dibêjin ku temenê Pluto bi qasî yê gerstêrkên din wek Erdê û Marsê û Jupîterê, ne kevin e, ji ber ku şûnên lihevketin û derban li ser rûyê wî kêm in.
Hêjayî gotinê ye ku New Horizons, masûra ku ev vedîtin kiriye, di sala 2006`an de ji aliyê NASA`yê ve ber bi Pluto`yê ve hatibû şandin, û ev bû 9 sal ku bi rêve diçe berya ku bigihêje orbêta wê gerstêrka piçûk.
PUKmedia / Egîd Hesen
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26