Du Gerîlayên din li Şengalê şehîd ketin

kurdistani 11:02 AM - 2015-07-16
Du Gerîlayên din li Şengalê şehîd ketin

Du Gerîlayên din li Şengalê şehîd ketin

Berxwedana Gerîlayên HPG`ê li dijî terorîstên DAIŞ`ê li Şengalê berdewam dike, di şerê dawî li navçeya Gabara du Gerîla şehîd bûn.

Fermandariya HPG`ê di daxuyaniyekê de ragihand  ku di şer û pevçûnên gundê Gabara ya quntarên çiyayê Şengalê du gerîlayên bi navê Mehmet Koç (Çiya) û Maruf Yardimci (Yilmaz) ên agahî ji wan nehatine girtin, jiyana xwe ji dest dane.

Gerîlayê bi navê Mehmet Koç (Çiya) ji bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ye, Maruf Yardimci (Yilmaz) jî ji Çolemêrg (Hakkari) ya Bakurê Kurdistanê ye.

Çavkaniyekê bo PUKmedia`yê ragihand ku di van 15 rojên dawî ya va mehê de, tevî van herdû şehîdên dawî, çar gerîla di berxwedana Şengalê de gihiştine şehadetê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket