YPG`ê navenda elektrîkê ya Hesekê kontrol kir

kurdistani 10:12 AM - 2015-07-16
YPG`ê navenda elektrîkê ya Hesekê kontrol kir

YPG`ê navenda elektrîkê ya Hesekê kontrol kir

Operasyona şervanên YPG’ê li bajarê Hesekê li dijî  çeteyan dabû destpêkirin berdewam dike.

Di encama şer û pevçûnên şevê din de şervanên YPG’ê navenda elektrîkê ya dikeve başûrê bajarê Hesekê û heman demê dikeve ser rêya Dêre Zorê ji çeteyan rizgarkirin.

Operasyona ku şervanên YPG’ê bi armanca bajarê Hesekê ji çeteyan bê paqijkirin berdewam dike. Şevê din şer û pevçûnên ku di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derket, di encamê de navenda elektrîkê ya dikeve başûrê bajarê Hesekê ji aliyê YPG`ê hate kotrolkirin.

Piştî ku navenda elektrîkê kete destê şervanên YPG’ê, çeteyên DAIŞ’ê  xwestin bi otombîlek bombebarkirî xwe di nava şervanên YPG’ê de biteqînin. Lê berya ku otombîl bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate rûxandin. Her wiha gelek çete hatin kuştin. Ji ber ku şer û pevçûn berdewam dike agahiyên zelal ne hatin girtin.

Operasyon li herêmê berdewam dike.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket