Li Hesekê operasyonên YPG`ê berdewam dike

kurdistani 01:24 PM - 2015-07-15
Li Hesekê operasyonên YPG`ê berdewam dike

Li Hesekê operasyonên YPG`ê berdewam dike

Navenda ragihandina YPG`ê di daxuyaniya xwe ya duhî 14-7-2015`an de, aşkire dike ku Operasyonên hêzên me ya li dijî çeteyên ku dixwazin navende Hasekê dagir bikin berdewam dike, evê li xwerê naveroka wê daxuyaniyê ye ku di malpera YPGrojav de hatiye weşandin.
Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1-Operasyonên hêzên me ya li dijî çeteyên ku dixwazin navende Hasekê dagir bikin berdewam dike.
Hêzên me şevê din operasyonek birin li ser qadên ku çeteyên DAIŞ'ê ji rejîme standibûn. Operasyona ku li van qadên başûrê Hasekê de hat meşandin de hîn noqteyên stratejîk ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Hêzên me Medrese Ehliye, Medresa Duwelî û Muxate Gazê ji çeteyan rizgarkirin.
Ji ber ku hîn jî didome, zelaliye operasyonê nehatiye bi dest xistin.
2-Îro danê sihare çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin li ser gundê Şergirat a giredayî bajaroka Silûk. Çeteyan pêşî maşînekî teqemenî barkirî teqandin û piştre jî desp êrîşê kirin. Li vê qadê heta nîvro pevçunên dijwar hatin jiyîn. Piştî van pevçunan komên çeteyan neçar man birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van qadan de nehatiye zelal kirin.

Rêhevalekî me ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolekî girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket