Silêmanî: Bavê şehîd Kenalê YPG`ê dibêje ez kêfxweş im bi şehîdbûna lawê xwe

kurdistani 12:06 PM - 2015-07-15
Li Silêmaniyê merasîma şehîdekî YPG`ê birêve çû

Li Silêmaniyê merasîma şehîdekî YPG`ê birêve çû

Li bajarê Silêmaniyê merasîma şehîdekî YPG`ê bi navê Kendal Kobanê birêve çû.

Duh hêvarê, roja sêşemê, 14-7-2015`an, li navçeya Kenekaw ya ser bi bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, merasîma şervanekî YPG`ê ku di şerê Kobanê de, şehîd ketiye hat lidarxistin.

Di wê barê de, birayê şehîd Kendal Kobanê Usta Ferîdon Celal ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro nûnertiya PYD`ê ya Herêma Kurdistanê agahdariya me kir ku birayê me Şiyar Celal ku bi kod Kendal Kobanî, li kantona Kobanê di şerê li hemberî terorîstên DAIŞê de şehîd ketî.

Ferîdon aşkire kir ku ji ber wê jî, me di hewşa mal li navçeya Kenekaw de merasîma rêzgirtina li şehîd lidarxist.

Ji aliyê xwe ve jî, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rêzdar Xerîb Hiso -jî gotareke taybet di barê şehîdbûna şervanê YPG`ê Kendal Kobanê de pêşkêş kir û li ser rastiya qehremantiya wî şirove kir ku 2 caran di şer de birîndar bûye û nexwestiye li cihê xwe bimîne û herdem sûr bû ye li ser beşdarîkirina şer li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê li dijî terorîstên DAIŞê.

Hiso di berdewamiya axiftinên xwe de, amaje bi keayetiya şehîd Kendal kir ku ew gelek fedekar û xwîn gerim bû, gelek welatperwer û bi vîn bû, beşdarbûna wî li rêzên YPG`ê û berevaniya wî li ax û rûmeta gelê xwe, nîşaneya wê yekê dide ku ew ji bo parastina rûmeta gelê xwe xwîna xwe pêşkêş kir û bû bi sembol.

Her weha nûnerê PYD`ê ew jî anî ser ziman ku di vê rojê de, em bi rihê 14ê tîrmehê wan şehîdên berxwedana kelhaya Amedê jî bi bîrtînin û canpakiya wan silav dikin û ev pêngavên li Rojavayê Kurdistanê berdewambûna wê berxwedana dîrokî ye ku li Bakurê Kurdistanê û bi taybet li zîndana Amedê pêktê.

Xerîb Hiso di gotara xwe de balkişan ser dengvedana berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya YPG-YPJ`ê û wiha got; Îro li Rojavayê Kurdistanê tekoşîna azadiya gelê me pir bilind bû ye, ji ber wê jî, hûn dibînin ku ji tevahiya wealtên cîhanê û gelên cîhanên şervan tên û tevlî rêzên YPG-YPJ`ê dibin û hinek jî şehîd dibin wek mînak hevalê Gelhat ji Emerîkayê hat û li Kobanê şehîd ket, hevalê Kemal ji Birêtanyayê hat û li Cizîrê şehîd ket û hevalê Serhed jî ji Australiyê hat û li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû û bi sedan şervanên din jî yên ji derveyî welat hatine û ji perçeyên din yên Kurdistanê hatine bi vîneke azad li dijî terorîstan şer dikin û li berxwe didin.

Piştre jî Heval Wehab wek berpirsê komîteya karûbarê şehîdan li Tevgera Azadiya Ciaka Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tekoşîna şehîd Kendal Kobanê û şehîdbûna wî pir mezin nirxand û şehîdbûna nemir Ebdurihman Qasimlo jî bi bîr anî û şehîd Rêbîn Silêmanî ku vê dawiyê li Hesekê şehîd bû û şehîd Agîd Rojhilat ku li Şengalê şehîd bû bi bîr anîn û silav li malbata wan şehîdan kir û serkeftin ji tekoşîna Rojavayê Kurdistanêî re xwest.

Her weha di dawiyê de, bavê şehîd Kendal Kobanê Celel Hesen jî gotinek bi nirx pêşkêşîmerasîmê kir û got; Ez hatina we mezin dinirxînim û spasiya we hemûyan dikim ku we xwe westand lê em dizanin ew erkê her kesekî rûmetdare.

Bavê şehîd di gotina xwe de aşkire kir ku ew ne poşmane û ne dilgirane û ne xemgîne bi şehîdbûna lawê xwe ji rêzên YPG`ê re û got; eger lawêî min neçe û yê te neçe wê kî ji ber me ve berevaniyê li axa welatê me bike.

Di dawiyê de, bavê şehîd Kendal gotineke pir bi nirx û bi bandor kir; Ez bi şihadeta kurê xwe Kendal Kobanê serbilind û kêfxweş im û ez bi serbilindî navê wî tomar dikim ku ew bû şehîdekeî ji bo parastina axa Kurdistanê û ew jî ji min re cihê dilxweeşiyê ye û ez niha dilgeş im ku ez bavê şehîdekî YPG`ê me.

PUKmedia-Hozan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket