Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro sêşemê 14/7/2015 li gel balyozê Emerîkî li Êraqê Stewart Jones civiya.
Di hevdîtina Serokatiya Herêmê û balyozê Emerîkî li Êraqê de, herdû aliyan xutkirina pevgirêdayînê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê û hevpeymana navdewletî dijî DAIŞ`ê, tekez kirin.
Serokatiya Herêmê di daxuyaniyekê de ku PUKmedia`yê kopiyek jê bidest xist, xuya kir ku Serok Mesûd Barzanî li gel balyozê Emerîkî Setwart Jones hevdîtin pêk anî, her wiha eşkere kir herdûyan rewşên siyasî û ewlehî li Êraq û Sûriyê, û têkilî û lihevkirinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal ya Êraqê de gotûbêj kirin.
Daxuyaniya Serokatiya Herêmê berdewam kir ku herdû aliyan li ser rewşên heyî li çeperên şerê li dijî DAIŞ`ê li herêmên Enbar û Selahedîn û Nînewayê jî nîqaş kirin, û çawaniya xutkirin û zêdekirina pevgirêdayîn û kordînasyonê di navbera Pêşmerge û artêşa Êraqê û hevpeymana navdewletî de.
PUKmedia
Bafil Talebanî; Yekîtiyekî bihêz bo Kurdistaneke bihêz
Silêmanî: Navên namzetên malbenda 1 hatin ragiahndin
Serkevtina konferansên malbendan hat pîroz kirin
Konferansa navnetewê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê birêve çû hîn jî dirêjpêdere.
Duh roja 11-12-2019`an, li bajarê Broksil&...
Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...
71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...