Êran û koma 5+1 derbarê programa atomî gihiştin rêkeftinê

kurdistani 04:01 PM - 2015-07-14
Êran û koma 5+1 gihiştin rêkeftinê derbarê programa atomî

Êran û koma 5+1 gihiştin rêkeftinê derbarê programa atomî

Êran û şeş hêzên navdewletî (koma 5+1) gihiştin rêkeftineke dawî derbarê programa atomî ya Êranê.

Îro sêşemê 14/7/2015 li paytexta Nemsa Viyanayê, piştî gotûbêjên demdirêj, Êran û mezintirîn şeş hêzên cîhanê (koma 5+1) gihîştin rêkeftina dawî.

Wezîrê derve yê Êranê Cewad Zerîf ev pêngav weke dîrokî û rûpeleke hêviyê ya nû bi nav kir, her wiha berpirsa siystea derve ya Yekîtiya Ewripayê got ku lihevkirina bi Êranê re dê qonaxeke nû di pêwendiyên navdewletî de ava ava bike.

Berya demekê jî diblomasiyekî Êranê eşkere kiribû ku Êran û koma 5+1 gihiştin rêkevtineke dîrokî, ku wê taqetên Êranê yên atomî control bike, li hemberê jî wê zext û cezayên li ser Êranê kêm bike.

Serokê Emerîkayê Barack Obama jî derbarê va rêkeftinê daxuyaniyek da û ragihand ku Emerîka û hevalbendên wê piştî, du salan ji gotûbêjê, karîn serkeftineke mezin bidest bixin û got ku bi vê rêkeftinê tevahiya riyên afirandina çekên atomî li pêşya Êranê hatin girtin.

Di heman mijarê de rêvebirê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî (IAEA) got ku ajansê nexşeya rê bi Êranê re danî, ji bo çareserkirina hemû kirîzên programa atomî ya wî welatî di dawiya îsal de.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket