Destpêkirina Operasyonek Nû Ji Aliyê Servanên YPG/YPJ Li Başûrê Hesekê

kurdistani 09:26 AM - 2015-07-14
Destpêkirina Operasyonek Nû Ji Aliyê Servanên YPG/YPJ Li Başûrê Hesekê

Destpêkirina Operasyonek Nû Ji Aliyê Servanên YPG/YPJ Li Başûrê Hesekê

Li gorî malpera YPGROJAVA ku ya navenda ragihandina YPG`ê ye, di roja duşemê 13-7-2015`an de ragihandiye wiha tê de hatiye weşandin; Destpêkirina Operasyonek Nû Ji Aliyê Servanên YPG/YPJ Li Başûrê Hesekê.

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li hember navenda bajara Hasekê berdewam dike.

Hêzên me doh li başûrê Hasekê li hember çeteyên DAIŞ'ê operasyonek lidarxistin. Di vê operasyonê de hêzên me noqtekî çeteyan a di taxa Xwêran a başûrê bajer de kirin hedef. Di encama vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 4 endame çeteyan hatin kuştin.

Derbarê pevçunên li herêma Pira Spî ya başûrê Hasekê ya ku 11 Tîrmehê qewimî de me berê agahî parvekiri bû. 2 rêhevalên me yên ku di van pevçunan de birîndar bibûn, rixmê hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihiştin şehadete.
Navenda Ragihandina YPG
13 Tîrmeh 2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket