Destjêberdana komî ji hevbenda nivîskarên Sûriyê

kurdistani 07:47 PM - 2015-07-13
Destjêberdana komî ji hevbenda nivîskarên Sûriyê

Destjêberdana komî ji hevbenda nivîskarên Sûriyê

Daxuyanî
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, xewna welatekî hevbeş dûrî gemkirin û zorê, ku hemû netewe, ol û mezheban di hundir xwe de bihewîne, geş bû. Avakirina hevbenda nivîskarên Sûriyê jî di vê çarçoveyê de bû; em wekî nivîskar û rewşenbîr bibin xwedî dezgeheke wisa, dûrî rê û rêbazên yekîtiya nivîskarên ereb kar bike. Ew dezgeha ku xwedî yek raman, yek ziman û yek rengî bû.

Wisa jî hemû mafên her kesê derveyî wî rengî û wê ramanê dihatin binpêkirin. Çawa ku rêjîmê dest danîbû ser siberoja kesên Sûriyê û her tişt bi xwe ve girêdabû, wisa hin alî û siyasetan dest danîn ser şoreşê û ew xistin bin baskên xwe. Bi vî awayî xwediyên şoreşê yên rasteqîne di navbera du aliyan de asê man.

Yek jê diz û zorker û yê din korsanekî durrû û jiserxweçûyî. Hêviyên pir mezin li ser çandê û rewşenbîrên Sûriyê hatin girêdan. Herweha zemîneke wisa peyda bû, ku çanda sûriyê li hember van hêzên ku dest danîne ser vîna xelkê û siberoja wan, bibe çavkaniya geşbûn û pêşdeçûnê. Ji ber vê hêviya me ji damezirandina hevbenda nivîskariyên Sûriyê ew bû ku bibe bingeheke rexneyî ji şoreşê re, wisa jî ji çandeke pirrengî û hevbeş re, bêyî biryargirtina xwe bispêrin navendên derve.

Lê bûyer û gengeşiyên ku di vê dema dawiyê de di navbera hin endamên hevbendê de qewimîn, bi derxistina daxuyaniyên dijî hev û desttêwerdana hevbendê wekî aliyekî û rawestandina endametiya nivîskar Helîm Yûsiv bi hin behaneyên ku kenê mirovan tînin, ev hemû metod û awayên cezakirina xwediyên dîtinên cihê, metod û awayên cezakirinê yên yekîtiya nivîskarên ereb tînin bîra mirov.

Wisa jî ev nîşana wê yekê ye ku, hevbenda nivîskarên Sûriyê xwe eşkere li kêleka aliyekî siyasî dibîne. Ji ber van sedeman, em yên ku vê daxuyaniyê imze dikin destjêberdana ji endametiya xwe ya vê rêxistinê eşkere dikin û van şêweyên cezakirin û gemkirina nivîskar û rewşenbîrên xwediyên dîtin û nerînên cihê şermezar dikin.


Yên ku imze kirine


–Ehemdê Huseynî – Endamê birêveberiya giştî

–Dr. Serbest Nebî – Endamê hevbendê

 -Taha Xelîl- Endamê hevbendê

-‌Ebdulselam Hilo--Endamê hevbendê

-Mihemed Silêman Zada-Endamê hevbendê

-Ciwan Teter--Endamê hevbendê

--Endamê hevbendê--Taha Hamid

-Îbrahîm Îbrahîm--Endamê hevbendê

- Abdulqadir Musa--Endamê hevbendê

-Ciwan Yusif--Endamê hevbendê

-Abad Abas--Endamê hevbendê

-Sîhanok Yusif Dîbo--Endamê hevbendê

-Nezîr Mela--Endamê hevbendê

-Mesûd Mihemd Abas--Endamê hevbendê

-Helîm Yusif endamê komîteya cêbicêkir ya Hevbendê

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket