Welatiya Îsraîlî piştî salekê di nav refên hêzên Kurdî de vegeriya mal

kurdistani 04:45 PM - 2015-07-13
Welatiya Îsraîlî piştî salekê di nav refên hêzên Kurdî de vegeriya mal

Welatiya Îsraîlî piştî salekê di nav refên hêzên Kurdî de vegeriya mal

Welatiya Îsraîlî Gell Rozenberg, ku bi bingeha xwe ji Kenedayê ye, piştî salekê di nav refên YPG`ê û Pêşmergeyan de vegeriya Îsraîlê.

Rozenberg duh yekşemê12/7 di hevdîtinekê de li gel ajansa i24news, eşkere kir ku ew di sala çûyî de tevlî YPG`ê bibû li Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya Kurdan li dijî terorîstan bike.

Rozenberg got ku ew pê dihese di xeyalan de bû, lê belê ew kêfxweş bû ku vegeriya mala xwe.

Ew jina Îsraîlî bi xwe li Kenedayê ji dayîk bûye, sala 2006`an jî koçî Îsraîlê kiriye û di artêşa berevaniya Îsraîlê de kar kiriye. Ajansa i24news jî xuya kir ku ew di dawiyê de tevlî hêzên Pêşmerge bibû, û weke yekem jina biyanî ku bi Kurdan re şerê DAIŞ`ê dike, tê dîtin.

Derbarê çawaniya tevlîbûna wê di nav hêzên Kurdî de, Rozenberg got ku wê têkilî bi wan re li ser înternetê kiriye, piştre çûye Hewlêrê di meha mijdara sala 2014`an de, ji wir jî berê  xwe dayê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Rozenberg da xuyakirin ku wê xwestiye vegere welatê xwe, Îsraîlê, ji ber ku wê nikariye dîmenên jin û zarokên ku rastî şideta cinsî û îşkenceyê û firotinê hatine, bibîne.

Rozenberg di dawiya axaftina xwe de got: ''Rewş qet ne baş e, 3 milyon penaber li Herêma Kurdistanê hene''. Her wiha got: ''Di asta yekem de jin û zarok zehmetiyan dikişînin.''

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket