Meclîsa Avakar a Şengalê: ‘Divê gelê me vegere ser axa xwe’

kurdistani 03:35 PM - 2015-07-13
Meclîsa Avakar a Şengalê: ‘Divê gelê me vegere ser axa xwe’

Meclîsa Avakar a Şengalê: ‘Divê gelê me vegere ser axa xwe’


Berdevkê Meclîsa Avakar a Şengalê Xidir Salih hewldanên ku berê Kurdên Êzidî didin Ewropayê rexne kir û got: "Divê gelê me yê koçber vegere ser axa xwe û di nava berxwedana Şengalê de cih bigire."

Xidir Salih derbarê rewşa Êzidiyan de ji RojNewsê re axivî û bangawaziyên girîng li gelê Êzidî kir. Salih, destnîşan kir ku welatiyên Êzidî yên li Çiyayê Şengalê tevî hemû mercên dijwar û êrîşên çeteyan jî berxwedanek bê hempa nîşan dane û bang li hemû Kurdên Êzidî yên koçî Bakûrê Kurdistanê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê bûne kir da ku vegerin ser axa xwe û beşdarî berxwedana Şengalê bibin.

 Salih bal kişand ser berxwedana li Çiyayê Şengalê tê meşandin û Meclîsa Avakar a Şengalê ya ku vîn û parastina gelê Êzîdî derxistî holê. Salih bang li gelê Êzidî kir da ku vegerin Şengalê.

He rdi wa derbarê de destnîşan kir ku di nava 11 mehan de gelê Êzidî ji 7 salî heta 70 salî li gel hemû şert û mercên dijwar jî li Çiyayê Şengalê berxwedanekî bêhempa nîşan dane.

Berdevkê Meclîsa Avakar a Şengalê Xidir Salih bang li welatiyên Êzidî yên bi koçberkirina ji derve neçar tên hiştin kir ku vegerin li ser axa xwe û wiha got: "Eger li ser axa xwe jiyan nekin hem di warê dîrokê û hem ji di warê baweriyê de wê gelek ziyanan bibînin. Her wiha rastiyek ya gelê me ya din jî heye li hemberî gelek komkujiyan li ber xwe daye. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê Şengalê yên 3'ê Tebaxê de neçar man koçber bibin, vegerin ser axa xwe û piştgiriyê bidin berxwedana Şengalê."

PUKmedia/ RojNews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket