Birîtanya dê hêzên SAS yên taybet li Sûriyê û Êraqê bikar bîne
kurdistani 01:02 PM - 2015-07-13Berêtanya dê hêzên SAS yên taybet li Sûriyê û Êraqê bikar bîne
Birîtanya dibêje ku şerê li dijî DAIŞ`ê wê firehtir bibe û wê Serokê hikûmetê David Kameron îro îsrara xwe ya lidarxistina operasyonên leşkerî tekez bike, bikaranîna hêzên SAS yên taybet, balafirên keşfê û êrişên balafirên RAF li dijî çekdarên Îslamî li Êraq û Sûriyê.
Kameron ji berpirs û fermandarên leşkerî xwestibû dakû êrişan li herdû welatan zêdebikin, û di danîna planên biçekkirinê yên berevaniyê di van dehsalan de girîngiyê bidin hêzên SAS ên taybet û yên dijî terorê.
Li gorî zanyariyan, tevgerên hêza SAS û êrişên balafirên keşfî dibe ku ji keştiya leşkerî ya Queen Elizabeth di sala bê de werin destpêkirin.
Kameron di hefteya borî de soz da ku wê ji sedî 2`yan ji berhema niştimanî ya totlîter ji bo berevaniyê bikar bîne, ev biryar jî xuya dikin ku serokhikûmet dixwaze bêhtir pere di şerê li dijî terora Îslamî de were bikaranîn,
Çavkaniyên hikûmetê gotin ku wî ji hêzên leşkerî xwestiye ku li dijî tehdîda ji ''Rûsayaya şerûd'' û êrişên înternetî jî tev bigerin.
Ji aliyê xwe ve jî hikûmetê çendîn car dubare kiriye ku ew wê yekê napejirîne ku êrişên bejahî li Sûriyê û Êraqê bi leşkeran pêk bîne, li şûna wê ew dibîne ku pêwîst e hêzên herêmî di pêşiyê de şer bikin.
Weke tê zanîn bi temamî 275 leşkerên Birîtanya li Êraqê hene, ji bo şêwirdarî û piştgiriya hikûmeta Êraqê û destihlatên Kurdî li Herêma Kurdistanê bikin.
Ji bo Birîtaniya metirsiya DAIŞ`ê mezin dibe, bi taybetî piştî ku DAIŞ hemjmarek mezin ji çekdarên welatên rojavayî û jinên ji bo ''cîhada nîkahê'' ber bi 'dewleta' xwe ve kişand, ev yek jî bala çekdarên ji tevahiya Rojhilata Navîn û Afrîqayê dikişîne.
Wergêr: Egîd Hesen
PUKmedia / The Independent
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25