Ji YPG agahiyên derbarê rewşa şer li Kobanê

kurdistani 03:31 PM - 2015-07-12
Ji YPG agahiyên derbarê rewşa şer li Kobanê

Ji YPG agahiyên derbarê rewşa şer li Kobanê

Navenda Righandina YPG derbarê rewşa şer li Kobanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe belav kir.
Di daxuyaniya YPG de wiha hate gotin:

Bi şikandina erîsên ceteyan, yekîneyên me operasiyonên xwe li Kantona Kobanê berdewam kirin
Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Çeteyên DAIŞ'ê li başûr û başûrrojavayê Kobanê çend êrîş lidarxistin. Hêzên me jî li rojavayê Kobanê operasyonek lidarxist.
Komên çeteyan şevê din êrîşek birin li ser gundê Sina ya başûr rojavayê Kobanê. Bi mûdexaleya hêzên me ve li qadê pevçunekî dem kin hatiye jiyîn. Li vê qadê qasî hat zelalkirin endamekî çeteyan hat kuştin. Piştî pevçunan komên çeteyên ku dixwastin êrîş lidarbixin neçar man ji qadê birevin.

Komên çeteyan li dijî gundê Maxaretên a başûrê Kobanê jî êrîşek lidarxistin. Çeteyan bi çekên giran û topên hawana, bombebaranekî dijwar birin li ser çeperên hêzên me ya li vê gundî. Piştî bombebaran jî çeteyan hewldan ji erdê êrîş bikin. Çeteyên ku ji aliyê hêzên me ve bi awayekî bandor hatin lêdan ji qadê rêviyan.

Hêzên me şevê din li nizikî gundê Şêxler a rojavayê Kobanê operasyonekî pêkanîn. Hêzên me komekî çeteyan a ku di nava tevgerê de bûn, li aliyê rojavayê çemê Firatê dîtin û li ser wan êrîşek birin. Di encama êrîşê de qasî hat zelalkirin endamekî çeteyan hat kuştin.

Navenda Ragihandina YPG
11 Tîrmeh 2015

PUKmedia/ Navenda Ragihandina YPG

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket