Keleha Helebê ji ber şerê rêjîm û opozîsyonê hêdî hêdî wêran dibe

kurdistani 03:12 PM - 2015-07-12
Keleha Helebê  ji ber şerê rêjîm û opozîsyonê hêdî hêdî wêran dibe

Keleha Helebê ji ber şerê rêjîm û opozîsyonê hêdî hêdî wêran dibe

Hat ragihandin ku rêjîma Sûriyê li bajarê Helebê ji ber teqandina tunelekê ziyaneke mezin gihande keleha bajêr ya dîrokî.

Hin aliyên opozîsyona Îslamî ragihandin ku rêjîmê tunelek di bin kelehê re kolandibû ji bo bigihêje cihên çekdarên opozîsyonê, her wiha gotin ku rêjîmê va dawiyê ew tunel teqand, ji ber wê jî pareke mezin ji sûre keleha ku bi bilindahiya xwe dikeve navenda bajêr ya kevin, hilweşiya.

Dîroka girê ku keleh li ser hatiye avakirin, vedigere berya 4000 sal, lê keleh jî bi xwe ne di serdemekê de hatiye avakirin. Bi va pergala xwe ya îro vedigere serdema Dewleta Eyûbiyan. Lê belê desthilatên Grekan, Bizansan, Eyûbiyan û Memlûkan di dîroka kelehê re derbas bûne.

Di destpêka aloziya Sûriyê de, ji bilî ziyanên mirovî û wêranbûna bajaran, ji ber şerê rêjîm û opozîsyonê, samana dîrokî ya hezar salan jî ji va şerî nefilitî.

Weke tê zanîn, dîroka herêma rojhilatê deryaya Spî, tevî ya Mezopotamiya, weke dergûşa mirovahî û destpêka şaristaniyê ye. Li Sûriyê û Êraqê  bajar û şûnwarên dîrokî hatin talankirin û peyker û hunerên bi nirx jî hatin dizîn. Lê gava ku mirov hejmara qurbaniyên şer dizane, tê wê baweriya ku ne girîng e şûnwarên dîrokî jî werin kuştin.

PUKmedia / Egîd Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket