''Zagros'' serkirdeyekî DAIŞ`ê li Hesekê kuşt!

kurdistani 02:13 PM - 2015-07-12
''Zagros'' serkirdeyekî DAIŞ`ê li Hesekê kuşt

''Zagros'' serkirdeyekî DAIŞ`ê li Hesekê kuşt

Segvanekî YPG`ê roja şemiyê 11/7/2015 li Hesekê serkirdeyekî pêş yê DAIŞ`ê kuşt.

Jêderekî berpirsiyar ji YPG`ê ji PUKmdeia`yê re îro yekşemê got ku segvana Zagros`ê duh roja şemiyê bêtirî 8 çeteyan li Hesekê tune kir, di nav wan de serkirdeyekî Saûdî bû. Her wiha got ku navê wî serkirdeyî Eser El Kazimî ye, ku ji aliyê rayedarên Erebistana Saûdî ve daxwazkirî bû û reviyabû Yemenê piştre Lîbyayê, berya ku li Sûriyê tevî DAIŞ`ê bibe.

Wî jêderî her wiha da xuyakirin ku çeteyan 7 caran hewldane ku wesayîtên bombekirî li cihên Kurdan li Hesekê biteqînin, lê belê şervanên Kurd hemû hewldan têk birin.

PUKmedia/ Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket