Du çeteyên Urdunî li Kobanê hatin kuştin

kurdistani 11:05 AM - 2015-07-12
Du çeteyên Urdunî li Kobanê hatin kuştin

Du çeteyên Urdunî li Kobanê hatin kuştin

Çapemeniya Urdunê eşkere kirin ku du çekdarên Urdunî yên DAIŞ`ê li Kobanê hatine kuştin.

Hin aliyên çapemeniyê yên Urdunê ragihandon ku du terorîstên DAIŞ`ê yên ji bajareke başûrê Urdunê di şerê Kobanê de hatin kuştin.

Hinek çavkaniyên nêzîkî malbatên wan herdû çekdaran dan xuyakirin ku malbatên wan gotine zarokên wan di hefteya çûyî de tevî 4 kesan di êrişên xwekujî de li Kobanê beşdar bibûn.
Her wiha hate zanîn ku yek ji wan karmendekî hikûmî bû yê din jî xwendekarê zanîngehê bû.

PUKmedia/ Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket