Îmad Ehmed pêwîste serokatî û cîgirê wî li Parlemanê bên hiulbijartin

kurdistani 10:41 AM - 2015-07-10
Îmad Ehmed pêwîste serokatî û cîgirê wî li Parlemanê bên hiulbijartin

Îmad Ehmed pêwîste serokatî û cîgirê wî li Parlemanê bên hiulbijartin

Duh şandeke bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Mela Bextiyasr serdana tevgera Goranê kir.
Her weha ew şanda bi beşdariya Mela Bextiyar, Îmad Ehmed, Rizgar Elî û Ednanê Heme Mîne û Dilêr Seyid Mecîd û Bêgird Talebanî bû.

Li hemberê jî şanda Goranê pêkhatibû ji Newşêrwan Mistefa, Omer Seyid Elî, Mistefa Seyid Qadir û Mihemed Rehîm Tewfîq û hi8nek ji endamên xwe yên din beşdar bibûn.

Her weha peyvdarê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Îmad Ehmed di kongireyeke rojnamegerî de ku digel Mihemed Rehîm lidarxistibû ragihand ku pêwîste serokê Herêmê û cîgirê wî di nav hola Parlemana Kurdistanê de bêne hilbijartin.

Her weha Îmad Ehmed aşkire kir ku ji ber wê jî pêîste projeyasaya serokatiya Herêma Kurdistanê û desthilatdariya serokatiya Herêma Kurdistanê jî bê destnîşankirin û hemawarkirin.

Ji aliyê xw3e ve jî nûnerê şandeya Goranê Mihemed Rehîm Tewfîq jî aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevgera Goranê remanên xwe di projeya serokatiya nHerêmê de wek hev in û Tevgera Goran jî amade ye digel hemû aliyan bicive û ew kêşe û aloziyên ku li Herêma Kurdistanê hene çareser bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket