Li Hesekê şerê dijwar di navbera DAIŞ û rêjîmê de

kurdistani 04:49 PM - 2015-07-09
Li Hesekê şerê dijwar di navbera DAIŞ û rêjîmê de

Li Hesekê şerê dijwar di navbera DAIŞ û rêjîmê de

Li aliyên  başûrê bajarê Hesekê DAIŞ`ê piştî şer û pevçûnan bi hêzên rêjîmê re, hinek dever bi dest xistin.

Pevçûnên li Hesekê yên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de ev du hefteye berdewam dike. Ji rojên destpêkê yên şer heta niha çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên rejîmê pêşketinek mezin bidest xistin û şervanên YPG-YPJ’ê jî li herêmên ku di bin kontrola wan de ne, xeleka parastinê xurt kirin.

Li gorî hin jêderên ji Hesekê, çeteyên DAIŞ`ê piştî pevçûnên dijwar bi hêzên rêjîmê re, ku têde otombîlên bombebarkirî hatin bikaranîn, herêmên Panorama û Resafê li aliyê başûrê bajêr kontrolkirin. Her wiha gelek ziyanên mirovî jî çêbû.

Li aliyê din jî balafirên rêjîmê jî ew noqteyn ku DAIŞ`ê bi dest xisitin, bombebaran kirin, hêzên rêjîmê jî li bakurê Panorama cîh digirin, pevçûn jî hîna berdewam in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket