Malpera Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan hate êrişkirin

kurdistani 02:55 PM - 2015-07-09
Malpera Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan hate êrişkirin

Malpera Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan hate êrişkirin

Êrîşvanên înternetî (hackers) yên alîgirên DAIŞê roja 8/7/2015 malpera Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (www.syriahr.com) hek kirin.

Rêverbirê çavdêriyê Ramî Ebdulrahman ragihand ku êrişa elektronî ji aliyê komeke bi navê ''Artêşa Xîlafê ya elektronî'' ve hatiye kirin.

Ebdulrahman  ji AP`ê re got ku êrîşên wiha nikarin hewlesta wî têk bibin ku ew binpêkirina mafên mirovan li Sûrîyê ragihîne.

Ebdulrahman anî ziman ku bizavkarên rêxistina wî, berê jî gefan ji rejîma Esad û her wiha ji hevalbenda El Qaydê li Sûrîyê, el Nusra jî standibûn.

Her wiha got, eger tiştekî xirab were serê wî jî, pirtir ji 230 peyamhinêr li seranserî Sûrîyê hene ku dikarin karê Rewangehê bidomînin.
Hêjayî gotinê ye, Malper ji destpêbûna şerê navxweyî anku Adara 2011ê ve, bi awayekî aktîf binpêkirinên mafên mirovan û di sala borî de jî taybetî tawanên DAIŞê radigihîne bîragiştî.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket