Li Silêmaniyê YNK`ê û Goran civiyan

kurdistani 12:19 PM - 2015-07-09
Li Silêmaniyê YNK`ê û Goran civiyan

Li Silêmaniyê YNK`ê û Goran civiyan

Îro pêncşemê 9/7/2015 li parêzgeha Silêmaniyê şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya Mela Bextiyar serdana tevgera Goran kir.
Şandeya YNK`ê bi serperştiya berpirsê desteya karker ya polîtbîroya siyasî ya YNK`ê Mele Bextiyar, berdevkê polîtbîroya siyasî Îmad Ehmed, endamê polîtbîroyê Rizgar Elî, endamê serkirdayetiya YNK`ê Endan Hemeyê Mîna, Dilêr Seîd Mecîd, seroka firaksyona Sewz li parlemana Kurdistanê Bêgerd Talibanî, pêk hat.

Her wiha şandeya Tevgera Goran jî ji rêkxerê giştî Newşîrwan Mistefa, hejmarek berpirsên tevgerê weke Umer Seîd Elî, Mistefa Seîd Qadir, Mihemed Tewfîq Rehîm , pêk hat.

Piştî bidawîbûna civînê berdefkê polîtbîroya siyasî ya YNK`ê Îmad Ehmed di kongireyeke rojnamevanî di gel Mihemed Tewfîq Rehîm endamê şandeya Goran de, diyar kir ku pêwîst e Serokê Herêmê û cîgirê wî ji aliyê parlemanê ve werin hilbijartin.

Îmad Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku divê projeya yasaya seroktiya Herêmê were nûkirin, her wiha desthilatên Serok jî werin birêxistinkirin.

Endamê şandeya tevgera Goran Mihemed Tewfîq Rehîm jî ji aliyê xwe ve got ku nêrînên YNK`ê û Goran pir ji hevdû ve nêzîk bûn, her wiha da xuyakirin ku tevgera Goran ji bo hevdîtinê bi hemû aliyên siyasî re, derbarê kêşeyên heyî li Herêmê, amade ye.

PUKmeida / Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket