Palementereke HDP`ê: Êrişa li dijî Encu nayê qebûlkirin

kurdistani 03:15 PM - 2015-07-08
Palementereke HDP`ê: Êrişa li dijî Encu nayê qebûlkirin

Palementereke HDP`ê: Êrişa li dijî Encu nayê qebûlkirin

Parlementera HDPyê ya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku Parlementerê Şirnexê yê partiya wî Ferhat Encu rastî êrîşê hat û wiha got: "Ev êrîş ne tenê ji wî re, di şexsê wî de ji hemû parlementeran re hatiye kirin."

Parlementera HDPyê ya Şirnexê Aycan Îrmez  diyar kir ku Parlementerê Şirnexê yê partiya wî Ferhat Encu rastî êrîşê hat û wiha got: "Ev êrîş ne tenê ji wî re, di şexsê wî de ji hemû parlementeran re hatiye kirin. Divê derbarê peywirdarên ewlehiyê yên berpirsyar de bergiriyên  li gor qanûnê demildest bidin destpêkirin."

Îrmez bi parlementerên partiya xwe Xetîce Sevîptekîna Parlementera Sêrtê û Sezaî Temelliyê Parlementerê Stenbolê re civîna çapemeniyê li dar xist. Îrmezê parast ku Encu ji bo ku arîkariya gundiyên Uludereyê bike ku bikarin ji zozanan bên li herêmê bû lê bi destê Leşkeran hat derbkirin.

Îrmezê got ku ev bûyer nayê qebûlkirin û wiha axivî: " Em bangî Serokê Parlemanê, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Parastina Neteweyî, Waliyê Şirnexê û Serdozgerê Komarê yê Şirnexê dikin ku peywira xwe bikin."

Îrmezê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê êrîşê de diyar kir ku bi Encu re hevdîtin kirin û da zanîn ku Encu îro dê leşkeran giliyê Dozgeriya Komarê ya Uludereyê bike.

PUKmedia / A.Anadolê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket