HPG: Li Şengalê 14 çete hatin kuştin

kurdistani 01:51 PM - 2015-07-08
Berxwedana Şengalê bi qehremanî didome

Berxwedana Şengalê bi qehremanî didome

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyeke hevpar der barê şer û çalakiyên dawî yên li Şengalê de agahî dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê di demên dawî de êrîşî taxên Şengalê yên di bin kontrola hêzên wan de kirine û bi taktîkên êrîşê yên gerîla re ev êrîş hemû hatine pûçkirin.

Fermandariyên HPG û YBŞ'ê der barê şerê êvara 7'ê Tîrmehê de jî ev agahî da:
Di êrîşên êvara 7'ê Tîrmehê de bi zelalî 13 çete hatine kuştin. Cenazeyên 4 çeteyan jî li qada şer lê giran bû, mane."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema vê berxwedanê de hevalê wan Egîd ê ji Rojhilatê  Kurdistanê, ku di mewziyeke nêz de bû, bi sekenek fedayî, ji bo parastina hevrêyên xwe bedena xwe kiriye mertal û di encama şerekî bi lehengî de jiyana xwe ji dest daye.

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket