Li Sûriyê şerê bermîlên teqîner berdewam e

kurdistani 09:53 AM - 2015-07-08
Li Sûriyê şerê bermîlên teqîner berdewam e

Li Sûriyê şerê bermîlên teqîner berdewam e

Li Sûriyê hêzên rêjîmê bi bermîlên teqîner êrişî bajarê Zebedanî nêzî sînorê Libnanê kirin, li ser erdî jî şer di navbera rêjîmê, bi alîkariya Hizbulah yê Libnanî, û opozîsyonê  berdewam e.

Li herêma Qelemûn ya Sûriyê rêjîm bi alîkariya çekdarên Hizbulah yê Libnanî hewl dide ku bajarê Zebedanî control bike, ew jî navenda dawîn ya opozîsyonê li herêma Qelemûnê ye.

Li parêzgeha Dera'ayê  balafirên şer bajaroka Nesîb li ser sînorê Urdunê bombebaran kirin, di encamê de 10 hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li Helebê jî Artêşa Fetih yê ku El-Nusra têde cîh digire, ragihand ku fermandarekî rêjîmê li taxa Cem'iya Zehra' hate kuştin, li Latqiyê jî artêşa rêjîmê bi dehan çekdarên opozîsyonê kuştin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket