Wezîrê berevaniya Emerîka; Hêzên Kurdê Sûriyê jêhatî ne

kurdistani 02:33 PM - 2015-07-07
Wezîrê berevaniya Emerîka; Hêzên Kurdê Sûriyê jêhatî ne

Wezîrê berevaniya Emerîka; Hêzên Kurdê Sûriyê jêhatî ne

Wezîrê berevaniya Emerîka; Hêzên Kurdê Sûriyê jêhatî ne

Di kongireyeke rojnamevanî de, wezîrê berevanî ya Emerîkayê ragihand ku hêzên kurdî di şerê li hemberî terorîstên DAIŞê gelek jîr û jêhatî ne.
Di kongireyeke rojnamevanî ya wezîrê berevaniya Emerîkayê digel hevpîşeyê xwe yê Firansî Can Eyf Lo Diryan di barê lêdana ezmanî yê li Sûrî li dijî rêxistina terorîstî DAIŞê ragihand ku Emerîkayê pêwîstî bi hêzeke li ser erdê heye ku bikaribe ew cihên bi dest bixe yekser biparêze û xwedî lê derkeve û ew jî îro hêzên Kurdî li Sûriyê ne.

Wezîrê Emerîkî Karter di axiftina xwe de balkişand ser lêdan û bombebarankirina hevpeymnên navnetewî li Reqayê gelek derbeyên bi êş li terorîstan da taku ew nikaribin ber bi navçeyên Kurdî ve bên.

Aşton Karter aşkire kir ku dema ku hêzeke zîrek û jêhatî li ser erdê hebe û axa xwe biparêze ji terorîstan, wê demê Emerîkayê dikarê alîkarî û hevkarî bi wan re bike.

Hêjayî gotinê ye ku ev çendîn care ku wezareta berevanî û ya derva a Emerîkayê şanazî bi hêzên YPG-YPJ`ê yên Rojavayê Kurdistanê dike û berevaniya wan hêzan li hemberî êrişên DAIŞê bi girîng û karekî mezin dinirxîne.

PUKmedia-Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket