YPG; Berxwedana Dîrokî Ya Hêzên Me Li Her Qadê Tê meşandin

kurdistani 10:03 AM - 2015-07-07
YPG; Berxwedana Dîrokî Ya Hêzên Me Li Her Qadê Tê meşandin

YPG; Berxwedana Dîrokî Ya Hêzên Me Li Her Qadê Tê meşandin

Di daxuyaniyeke navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel de hatiye ku; Berxwedana Dîrokî Ya Hêzên Me Li Her Qadê Tê meşandin.

Evê li xwerê naveroka wê daxuyaniyê ye;

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

1. Operasyonên hêzên me ya ku li başûrê Kobanê, li hember qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de dabûn destpêkirin berdewam dike.
Doh hêzên me li vê qadê operasyonek nû dan destpêkirin. Di encama operasyonê de herêma dikeve navbera sîlsîleya gundê Maxaretên ku roja derbasbûyî hatibû rizgarkirin û rêya Sirîn û Reqa ketiye bin serweriye hêzên me de. Bi vê awayî rêya Reqa û Sirîn ketiye bin kontrolê hêzên me de.
Hêzên me heman demê de di herêma dikeve navebara bajarokê Sirîn û gundên Serêkaniyê û Maharetên jî serdestiye xwe avakirin.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê herême nehatiye zelalkirin.
2. Hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîr a ku di çerçoveya “Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo” ya ku ketiye roja xwe ya 61. de, operasyonên xwe ya li derdora bajarokê Ayn Îsa berdewam dikin.
Hêzên me doh piştî nîvro li ser rêya Girê Spî-Reqa komekî çeteyan a ku di nava tevgerde bûn kirin hedef. Hêzên me yên ku bi awayekî bandor li çeteyan xistin, maşînekî leşkerî ruxandin, maşînekî din jî derb kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a vê operasyone de nehatiye zelal kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku hewldidin pêşveçûna hêzên me asteng bikin bi hêz û çekên giran a ku ji Iraqê anîn herêmê îro danê siharê li herêma dikeve navbera bajaroka Ayn Îsa û rojavayê Çiyaye Kezwanê çend êrîşên hemwext lidarxistin.
Komên çeteyan îro danê siharê li herêma navbera bajarokê Ayn Îsa û gundê Qantariye ya ku dikeve 35 km rojhilatê bajarok ji çend baskan ve êrîş lidarxistin. Heta niha di çerçoveya van êrîşan de 3 maşîneyên teqemenî barkirî hatiye teqandin. Hêzên me li hember van êrîşên xwekujî û êrîşên din a ku ji çend baskan ve tên bi rêvebirin berxwedanekî bêhempa lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.
6 rêhevalên me yên ku li hember van êrîşan bi fedakarî û vînekî mezin têdikoşiyan di van pevçunan de gihiştin şehadete.
Komên çeteyan bi awayekî hemwext rêya dikeve rojavayê Çiyayê Kezwanê ku ji Reqa tê û dikeve herêma Cizîrê jî êrîşek lidarxistin. Çeteyên ku bi komên biçûk ve ketin qadê di sawamayê gundê Alya, Salihiyê Edwan û Rehaniye Beggara hatiye dorpeçkirin. Pevçunên li van qadan de heta niha qasî hat zelalkirin 4 endame çeteyan hatiye kuştin.
2 rêhevalên me yên ku di parastina vê herême ve erkdar bûn û li hember êrîşên çeteyan bersivê awil dan û nehiştin çete pêşbikevin di pevçûnan de gihiştin şehadetê.
Operasyona hêzên me ya li van qadan de berdewam dikin.
3. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ku li hember navenda Hasekê dimeşînin berdewam dike.
Komên çeteyan doh pişt nîvro ji herêma Pira Spî ku dikeve başûrê Hasekê bi 2 baskan ve êrîş lidarxistin. Bi mûdexaleya hêzên me ve êrîşê çeteyan hat şikandin û çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.
Hêzên me şevê din li hember van çeteyan operasyonek lidarxist. Di encama operasyone de hêzên me Pira Spî ji çeteyan paqijkirin. Hêzên me li vir endamekî çete, tevî çekekî kleş, 4 şerjor û raxtek bi awayekî mirî bi dest xist.
4. Hêzên me doh pişt nîvro, li herêma çerxa rêya Xessan a ku dikeve başûrrojhilate Til Hemis operasyonek lidarxist. Di encama operasyonê de maşînekî çeteyan hat ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di ve maşîne de nehatiye zelalkirin.

Navenda Ragihandina YPG
6 Tîrmeh 2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket