Dengvedana tevlîbûna şervanên biyanî nava hêzên Kurdî li ser Facebook`ê

kurdistani 11:32 AM - 2015-07-06
Dengvedana tevlîbûna şervanên biyanî nava hêzên Kurdî li ser Facebook`ê

Dengvedana tevlîbûna şervanên biyanî nava hêzên Kurdî li ser Facebook`ê

Di demên dawî de hejmara şervanên biyanî yên tevlî nava refên hêzên Kurdî bûne, gelek zêdebûye, di heman demê de jî di medyaya cîhanî de gelek dengvedan çêbûye.

Piştî ku êrişên DAIŞ`ê li dijî herêmên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûn, bi taybetî di dema berxwedana Kobanê de, gelek welatiyên  ji Ewrûpa,Emerîka, Çîn, Keneda û Ûstralyayê hatin herêmê û di nava YPG,YPJ û Pêşmerge de cîh girtin.

Her wiha piştî ku hinek ji wan di çeperên şer de şehîd jî ketin, dengvedanek mezin di medyaya cîhanî de çêbû, ev yek jî bû sedema zêdebûna hejmara wan şervanan.

Li ser medyaya sosyal jî, weke Facebook`ê, gelek ji wan şervanan xwedî rûpel in, bi zimanê Îngilîzî rojevên xwe bi hevalên xwe re parvedikin. Gelek rûpelên ji cureya ''civak'' bi navûdeng derketine holê, ku têde bang li welatên rojava û NY dikin da ku alîkariya gelê Kurdistanê bikin, her wiha efsaneyên şervanên Kurd jî dinirxînin, ev yek jî gelekî bala welatiyên wan welatan dikişîne.

Li aliyekî jî, rexne li medyaya cîhanî dikin ku bi xemsarî nêzîkî şoreşa Kurdan dibin, û daxwaza nêzîkatiyeke berfireh jê dikin.

Hejmarek ji van rûpelan ev in:
The Lions of Rojava
Liberty Lions
Veteran Against ISIS
Macer Gifford

PUKmedia / Egîd Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket