YNK`ê pêşnyara dirêjkirina wîlayeta serokatiya Herêmê gotûbêj dike

kurdistani 05:30 PM - 2015-07-05
YNK`ê pêşnyara Partî ya dirêjkirina wîlayeta serokatiya Herêmê gotûbêj dike

YNK`ê pêşnyara Partî ya dirêjkirina wîlayeta serokatiya Herêmê gotûbêj dike

Biryar hate dayîn ku Polîtbîroya Siyasî ya YNK`ê roja duşemê 6/7/2015, civînekê li dar bixe ji bo gotûbêjkirina pêşniyara Partiya Demokrata Kurdistanê.

Berdefkê fermî yê polîtbîroya siyasî ya YNK`ê Îmad Ehmed di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia re xuya kir ku şandeya PDK`ê, ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di civîna yekşemê de ya li gel YNK`ê li Silêmaniyê , pêşniyarek daye dernarê pirsa serokatiya Herêma Kurdisanê.

Îmad Ehmed diyar kir ku Partî di pêşnyara xwe de daxwaz ji Yekîtî kiriye ku wîlayeta Serokê Herêmê Mesûd Barzanî bi qasî 2 salan bê dirêjkirin.

Ehmed di derbarê de got ku Polîbîroya Siyasî ya YNK`ê dê sibe duşemê di civînekê de va daxwazê gotûbêj bike, piştre wê bi awayekî fermî bersiva wê jî bide.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket