Bîranîna Şehîd Şêx Seîd û Rêhevalên Wî
kurdistani 12:51 PM - 2015-07-05Şêx Seîdê kal
Em, di 90’emîn salvegera Şehadeta Şehîd Şêx Seîd û Rêhevalên Wî de Wan bi Minet û Rehmet Bi Bîr Tînin
“Ji bo min ne xeme ku hûn min bi van sêdaran ve daleqînin. Bê guman têkoşîna min ji bo Xweda û Dîn e.”
“Ez niha dikim ku xatirê xwe ji vê jiyana fanî bixwazim. Ez ne poşman im ku fedayê gelê xwe bûme. Bi tenê bila neviyên min li hemberî dijminên min, min stûxwar dernexînin.”
Ji Bo Çapemenî û Raya Giştî ya Kurdistanê
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Bi rêbertiya Cemiyeta Azadî ya Kurdistanê û bi destê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li Pîranê di Sibata 1925an de serhildana ku çêbû dîsa di Hezîrana heman salê de bi darvekirina Şehîdên ezîz yên Kurdistanê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî ve encam bû.
Ev serhildana ku bi daxwazên însanî, Îslamî û Kurdistanî li bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke zêde ya gel ve çêbûye û ji mezintirîn îtîrazan yek e li hemberî dagirkerî, zordestî û înkara li Kurdistanê. Ji ber vê îtîrazê ye ku ji bo tevgerên piştê wê derketine re bûye kana îlhamê û her wiha bi awayekî pir zelal daye nîşan ka daxwazên Kurdistanî ji çi tiştan pêk tên.
Vê serhildanê projeya Kemalîzmê ya ku xwestiye bakurê Kurdistanê bike “Bajarê Tirkan”(Tirkiye) berteref kiriye û her wiha aîdiyeta Kurdî, Kurdistanî û Îslamî ya li nava kurdan jî parastiye. Sûc û gunehên ku rejîma Kemalîst a Tirkiyê li bakurê Kurdistanê li ser navê Qanûna Takrîrî Sukûn, Mehkemeyên Îstîqlalê, Operasyonên Tenqîl û Tedîbê kirine, bûne birînek di wijdana mirovahiyê de.
Di encama van kirinên bi vî rengî de di 29ê hezîrana 1925an de Şêx Seîd Efendî û 46 rêhevalên wî li paytexta qedîm a Kurdistanê li Diyarbekirê hatine darvekirin û şehîdkirin. Ji bo ku Şehîd Şêx Seîd Efendî û doza wî di bîra mirovan de nemîne, hem ji bo wî hem jî ji bo rêhevalên wî kêlikeke meqberê jî nehiştine. Heman kirin ji bo ewladê qehreman yê Dêrsimê û rêber û şexsiyetekî Kurdistanî Şehîd Seyyîd Riza û îftixara alema Îslamê, alimê gewre û ewladê Kurdistanê Bediuzzeman Seîdê Kurdî jî hatiye kirin.
Di vê roja ku başûrê Kurdistanê êdî azadiyê kiriye nav kefa destê xwe û Rojava jî ber bi azadiyê dimeşe, li Bakûr û Rojhilatê welat jî hêvî zêde bûye. Cudahiyek an jî rêz û doreke pêş û paş di azadiya Kurdistanê de û di daxwazên gelê me yên edalet û azadiyê de û her wiha di daxwazên îslamî û însanî de tunene. Berevajî vê eşkere ye ku daxwaz û telebên Kurdistanî ne li dijî meslehetên Îslam û Umetê ne. Gotinên Kemalîst, Baasî û hevalbendên wan yên derbarê azadiya Kurdistanê de ku dibêjin - azadiya Kurdistanê zirarek e ji bo yekîtiya alema Îslamê û Ereban - bi temamî ji rastiyê dûr in.
Temsîlkarên meşrû yên siyasî yên gelê Kurdistanê û herwiha temamê gelê Kurdistanê; bi taybetî jî ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê misilman e hem hay ji berpirsiyariya xwe ya îslamî hem jî ya însanî hene. Lêbelê ew welatên ku cîranên Kurdistanê ne û gelê wan misilmanin, rêveberiyên wan hay ji berpirsiyariya xwe nînin û herwiha wezîfeya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê jî pêk neanîn.
Em wekî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ bi wesîleya 90emîn salvegera şehadeta rêberê serhildana Kurdistanê ya 1925an Şehîd Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî bi rêz û hurmet, bi minet û rehmet em careke din bi bîr tînin û em hêvîdar in ku doza gelê Kurdistanê ya ji bo maf, edalet, azadî û wekhevîyê bi serkevtin encam bibe û herwiha aştî, biratî û aramî bibe para hemû gelên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê.
Bijî Azadî!
Bijî Kurdistan!
Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ
29.06.2015
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23