14 terorîst li başûrê Bexdadê hatin kuştin

kurdistani 11:05 AM - 2015-07-04
14 terorîst li başûrê Bexdadê hatin kuştin

14 terorîst li başûrê Bexdadê hatin kuştin

Fermandariya operasyonên Bexdadê îro şeme 4/7/2015 ragihand ku hejmarek terorîst hatine kuştin û kargehek û embareka çêkirina bombeyan li navçeyên cuda hatine desteser kirin.

Di beyannamekê de fermandariya operasyona bexdadê ragihandiye ku: Hêzên fermandariyê karîne 14 terorîstan bikujin û li navçeya Ebadî, Reşad û Ubêd a li başûrê bexdadê otombêleke doçka li ser biruxînin û her weha jî hêza lîwaya 3`ê ya destwerdana bilez jî karîne 2 terorîstan bikujin û bîngeheke avêtina moşekan li (Hey Şuhdaa û Sebîhat) li rojavayê bexdadê jinav bibin.

Li gor beyannameyê hêzên fermandariyê karîne 3 enmbarên çêkirina bombeyan li navçeya (Mişahde, nibaî û rêya Siyahî li Baqubê) li bakûrê Bexdadê desteser bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket