Li Kobanê û Girê Spî operasyon didomin, li dora Sirrînê jî şer
kurdistani 05:25 PM - 2015-07-03Li Kobanê û Girê Spî operasyon didomin, li dora Sirrînê jî şer
Operasyonên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê li başûrê Kobanê û Girê Spî ve berdewam dikin, li derdora Sirrînê şer diqewime û li Eyn Îsayê jî serkeftinên nû.
Fermandara YPJ`ê Engîzek Nûrheq ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û derbarê rewşa Kobanê de agahî dan.
Fermandar Nûrheq destnîşan kir ku, di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê de, ku di 1`ê meha tîrmehê de destpê kir,ew nêzî bajarokê Sirrînê bûne û êdî şer li Sirrîn û derdora wê diqewime.
Nûrheq anî ziman ku pêngav bi serketineke mezin dewam dike û got, "Pêngav piştî komkujiyê bû xwedî wateyeke cuda. Çete wê li pêşberî ruhê me yê tolhildanê bieciqin." Nûrheq banga xweparastinê li gel kir.
Li aliyê din jî operasyonên Yekîneyên Parastina Gel li başûrê Kobanê û Girê Spî berdewam dikin.
Navenda ragihandina YPG`ê di daxuyaniyekê de encamên operasyonên li dijî DAIŞ`ê li Kobanê û Girê Spî eşkere kir.
Navendê diyar kir ku di encama va operasyonê de gundê Dalî-Hesen, tevî girên stratejîk li derdorê hatin rizgarkirin, her wiha hejmara kuştiyên çeteyan hê jî ne diyar e.
Navendê her wiha anî ziman ku YPG`ê li dora gundê Zerik li başûrê Kobanê tevgerek lidarxist, têde 3 çete hatin kuştin.
Di çarçoveya hemleya fermandar Rûbar Qamişlo de jî ya ku kete roja xwe ya 58`an, operasyon li derdora bajaroka Eyn Îsayê berdewam e, navendê ragihand ku şervanan çend deverên din yên nû control kirine.
PUKmedia/ Ajansên Kurdî
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19