Pentagon: Serkirdeyekî girîng yê DAIŞ`ê li Sûriyê hate kuştin

kurdistani 02:42 PM - 2015-07-03
Serkirdeyekî girîng yê DAIŞ`ê li Sûriyê hate kuştin

Serkirdeyekî girîng yê DAIŞ`ê li Sûriyê hate kuştin

Wezareta berevaniya Emerîka (Pentagon) ragihand ku serkirdeyê navdar yê DAIŞ`ê Tariq El-Herizî li Sûriyê hate kuştin.

Berpirsê navenda ragihandinê ya berevaniya Emerîka, Jeff Davis, roja pêncşemê 2/7/2015 xuya kir ku El-Herizî serkirdeyekî mezin yê DAIŞ`ê bû, her wiha berpirsê pêkanîna teqînan û derbaskirina çekdaran nav erdê Sûriyê û Êraqê de bû.

Davis diyar kir ku El-Herizî di êrişeke ezmanî de li parêzgeha Hesekê, di 16 meha hezîranê de hatibû kuştin.

Di heman mijarê de jî, roja 22 hezîranê di encama êrişeke hevpeymana navdewletî, birayê Tariq El-Herizî, Elî El-Herizî li Mûsilê hate kuştin. Ew jî ji aliyê Emerîka ve daxwazkirî bû ji ber ku ew di êrişên li dijî balyozxaneya Emerîkî di sala 2012`an de li Lîbyayê beşdar bû.

Tarêq ElHerizî, li gorî daxuyaniya Emerîka, ji bo DAIŞ`ê çek ji Lîbyayê vediguhestin Sûriyê, her wiha çekdarên biyanî jî di nava DAIŞ`ê de bi cîh dikirin.

PUKmedia/ Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket