Li Helebê şerekî tund di navbera çekdarên Îslamî û rêjîmê de

kurdistani 11:23 AM - 2015-07-03
Li Helebê şerekî tund di navbera çekdarên Îslamî û rêjîmê de

Li Helebê şerekî tund di navbera çekdarên Îslamî û rêjîmê de

Hat ragihandin ku ji duh pêncşemê ve 2/7/2015, çekdarên Îslamî dest bi êrişeke mezin li dijî hêzên rêjîma Sûrî li parêzgeha Helebê kirine.

Odeya operasyonên Ensar El Şerî'a, ya ku ji gelek girûpên tundrew pêk tê, weke Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Ensar El-Dîn, Fecir El-Xîlafe, Lîwa'a Sultan Murad û hin ketîbeyên din, bi armanca kontrolkirina bajarê Helebê êrişeke berfireh li dijî artêşa Sûrî û hevalbendên wê dan destpêkirin.

Li taxên bajêr yên aliyê rojava, navenda bajêr ya kevin jî şer rûda, hêzên rêjîmê jî ew herêm topbaran kirin.

Li aliyê bakurê bajêr jî ji ber topên çekdarên Îslamî 9 kes hatin kuştin. Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan, hinek top li taxa Eşrefiyê ya piraniya wê Kurd in, ketine û çend kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket