Kiliçdaroglu: MHP felatkerê AKP`ê ye

kurdistani 05:23 PM - 2015-07-02
Kiliçdaroglu: MHP felatkerê AKP`ê ye

Kiliçdaroglu: MHP felatkerê AKP`ê ye

Serokê partiya CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu li dijî serokê MHP`ê Dewlet Baxçelî axivî û helwesta wî ya neyînî di hilbijartinên serokê parlemanê de bi tundî rexne kir.

Kiliçdaroglu got ku MHP bû sedema serkeftina parlemenerê AKP`ê Ismet Yilmaz, ji bo seroktiya parlemanê, her wiha got ku MHP`ê her carê dibê felatkerê AKP`ê di astengiyan de.

Her di wê derbarê de Kiliçdaroglu diyar kir ku encamên hilbijartinên 7`ê hezîranê eşkere kirin ku gelê Tirkiyê êdî va sîstema totalîter qebûl nake, her wiha got ku Baxçelî xewn û hêviyên vî gelî winda kirin.

Piştî ku parlemanê nikarî di herdû tûrên yekrem de serokê nû hibijêre, roja çarşemê tûrên sêyem û çaremîn hatin lidarxistin, MHP`ê jî di tûra dawîn de li şûna dengê xwe bide namzetê CHP`ê Deniz Baykal li hemberî yê AKP`ê Ismet Yilmaz, dengdan nekir. Ji ber wê jî namzetê AKP `ê bi ser ket.
MHP`ê jî bi va helwesta alîkariya xwe ji AKP`ê re hêviyên opozîsyonê ku desthilatê ji AK partiyê bigirin, li erdê xistin.

PUKmedia/ CIHAN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket